Bafil Talebanî: Em di bin zext, dron û êrişên Tirkiyeyê de bi wan re diyalogê nakin

11-10-2023
Nîşan Bafil Talebanî Foruma MERIyê Tirkiye Êriş Diyalog
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê YNKyê Bafil Talebanî got, “Em di bin zext, dron û êrişên Tirkiyeyê de bi wan re diyalogê nakin.”

Foruma Enstîtuya Lêkolînan ya Rojhilata Navîn (MERI) bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê, li Hewlêrê bi rê ve diçe.

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî beşdarî MERIyê bû û bal kişand ser mijarên di rojevê de.

Bafil Talebanî da zanîn ku ku pêwendiyên YNK û Tirkiyeyê ne baş in û got:

“Em dixwazin pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin lê ku Tirkiye ne hazir be em çi bikin?”

Talebanî destnîşan kir ku ew di mijara Rojavayê Kurdistanê de wekî Tirkiyeyê nafikirin.

Serokê YNKyê herwiha bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê û got, “Em di bin zext, dron û êrişên Tirkiyeyê de bi wan re diyalogê nakin.”

“Em bi gelê xwe, bi ciwanên xwe dewlemend in”

Talebanî da zanîn ku partiya wî di rêya Kurdistanê de gelek şehîd dane û got û pê de çû:

“Lazim e em hemû xizmetê bikin ji gelê xwe re. Armanca me ew ku em partiya xwe pêş ve bibin. Kurdistan ne bi petrolê dewlemend e.

Em bi gelê xwe, bi ciwanên xwe dewlemend in. Divê em ji xwendekarên xwe re atmosferekê amade bikin ku wan xwendin xelas kir karekî peyda bikin. Divê em meyla xwe bidine ser vê yekê.

Me ji bo vê bernameyek daniye lê bi tena serê me nabe. Divê hikûmet piştgiriyê bide, divê em bi hev re bernameyeke baş çêkin û li gorî min em dikarin vê yekê bikin.

Ez gelekî dixwazim em giraniyê bidin meseleya Kurdbûnê, divê em karibin li her derê biaxivin û fikrên xwe bînin zimên.”

“Xelk ji destên me bêzar e”

Bafil Talebanî destnîşan kir ku ew ji bo nûbûna partiya xwe hewl dide û da zanîn:

“Ez dixwazim YNK bibe partiyeke modern. Divê guherîn ji bo partiyan tiştekî asayî be. Divê xwîneke nû, fikr û ramanên nû werin nav partiyan. Divê jin û ciwan tevlî siyasetê bibin. Çima jin beşdarî siyasetê nebin? Çima ciwan tevlî siyasetê nebin?”

Çima xelk dengê xwe nade me? Ji ber ku xelk ji destên me bêzar e dengê xwe nade me. Divê em xwe biguherin.”

Bafil Talebanî bal kişand ser rewla Silêmaniyê û pirsî: “Çima ava me nîne, çima karebaya me nîne, çima ciwanên me ji vî welatî direvin?”

“YNK naxwaze bibe alternatîva hikûmetê”

Talebanî, herwiha amaje bi girîngiya hilbijartinan kir û daxuyand:

“Ji bo ku em karibin xizmetê ji gelê xwe re bikin, divê hilbijartin di dema herî zû de werin kirin. Divê parlamento, parlamento be; divê hikûmet, hikûmet be.

Partî nikarin bibin alternatîva hikûmetê û YNK naxwaze bibe alternatîva hikûmetê. Em dixwazim hikûmeteke me hebe ku bi rastî hikûmeteke koaslîsyonê be. YNK şirîkekî gelekî biwefa ye, em rastgo ne.”

Bafil Talebanî diyar ku divê hemû partiyên Herêma Kurdistanê ji bo pêwendiyên bi Îraqê re yekdeng bin û bi hev re bin.

Talebanî anî zimên ku pêwendiyên wan bi hemû welatan re hene û ew di pêwendîdanînê de siyaseta Mam Celal dişopînin.

Serokê YNKyê diyar kir ku ew xema tevahiya Kurdistanê dixwe û got, “Divê em bi hev re bixebitin. Ez bi wî Xwedayî sond dixwim ku çiqasî xema Silêmaniyê dixwim ewqasî jî xema Zaxo û Dihokê jî dixwim.”

Li aliyên Talebanî da zanîn ku Pêşmergeyên YNKyê hemû bûne yek û ew dixwazin hemû Pêşmerge bibin yek.

“Ez nikarim herim Tirkiyeyê”

Serokê YNKyê Bafil Talebanî li ser pêwendiyên partiya xwe û Tirkiyeyê jî wiha axivî:

“Zehmet e ku pirsgirêka me û Tirkiyeyê were çareserkirin, ez bi rastî naçim Tirkiyeyê. Ez nikarim herim Tirkiyeyê çimkî wan li Erbetê 3 hevalên min, 3 qehremanên şerê DAIŞê şehîd kirin. Beyî ku ti sebebek an jî hincetek hebe ew şêhîd kirin.

Divê pêwendiyên me û Tirkiyeyê baş bin û em vê dixwazin. Pirsgirêka Tirkiyeyê ev e: Nêrînên me cuda ne. Em rewşa li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî cuda dibînin, ew bi awayekî cuda.

“Pêwendiyên me bi PKKyê re nînin”

Wekî ku ew angaşt dikin pêwendiyên me bi PKKyê re nînin. Hinek partî hene li Silêmaniyê, dibêjin wan partiyan bigirin. Ez çûm li Bexdayê bi Fayeq Zeydan re axivîm. Destûra wan pariyan heye. Min pirsî, ‘Gelo partiyek dikare partiyeke din a xwedanîcaze bigire?’ Got, ‘Na’.

Heke ku rast be bila wan partiyan eşkere bikin û hikûmet were wan bigire, ez çima bigirim?

Li Silêmaniyê sazî hene, dibêjin ‘Ev PKK ne’. Ez nizanim PKK ne yan na lê hemû fermî ne û destûra tevan heye, destûra hinekan ji wan li Hewlêrê jî heye. Ez dê bi kîjan heqî wan bigirim?

“Kurd tiştekî bi zorê qebûl nakin”

Li gorî min jî pirsgirêkên bi Tirkiyeyê re bi rêya diyalogê çareser dibin. Kurd biînad in ha! Tiştekî bi zorê qebûl nakin.

Ez sibehan radibim dronek li jor difire, ez destên xwe jê re dihejînim. Em dixwazin meseleyan bi diyalogê çareser bikin.

Cihek heye ku em dikarin li wê derê bigihin hev lê ku Tirkiye ne hazir be qise bike, ne hazir be rûne em çi bikin?

Em ji bo diyalogê amade ne. Em dikarin di mijara PKKyê de jî hevkariya wan bikin, hemû alî dikarin. PDK jî dikare.

“Em dikarin dîsa avekê li vî agirî bikin

YNK pêwendiyên PDK û Tirkiyeyê baş kirin, Mam Celal ev kir. Em dikarin dîsa avekê li vî agirî bikin. Em ji bo alîkariyê amade ne lê bi awayekî meqûl.

Hinek tiştên ku dixwazin em nikarin bikin, Mam Celal nekiriye em çima bikin?

“Em di bin zextan de diyalogê nakin”

Em dixwazin diyaloga me bi her kesî re hebe lê bi Xwedê em di bin zext, tehdîd, dron û êrişên wan de bi kesî re diyalogê nakin. Ev ne diyalog e, ev pêjavo xelet e.

Ev mekîneya şer e. Tu çawa dikarî li hemberî welatekî mekîneya şer bi kar bînî ku tu pê re ne di şer de yî?”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst