Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Parlamentoya Iraqê li dijî Kurdistanê 12 biryar derxist

Ji aliyê Rûdaw 27-9-2017
Rûdaw
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentoya Iraqê di civîna xwe ya îro de 12 biryar li dijî Kurdistanê da ku yek ji wan biryaan derbarê Kerkûkê de ye û li gorî vê biryarê, Iraq dê hêzên leşkerî bişînê Kerkûkê.

 

Îro çarşemî 27ê Îlona 2017ê parlamentoya Iraqê derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê de civînek taybet saz kir, ku serokwezîrê wî welatî Heyder Ebadî tevîçend wezîrên wî welatî di civînê de amade bûn.

 

Di civîna xwe ya îro de, ji ber encamdana referanduma serxwebûnê li Kurdistanê, parlamentoya Iraqê 12 biryar li dijî Herêma Kurdistanê û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê da.

 

Parlamentoya Iraqê di yek ji wan biryarên li dijî Kurdistanê de, biryara şandina hêzên leşkerî bo Kerkûkê daye.

 

Biryarên parlamentoya Iraqê yên li dijî Kurdistanê bi vî awayî ne:

 

1 - Encamdana referandumê ji aliyê desthilatdarên Herêma Kurdistanê ve de stûrî nîne, li gorî bendên madeya 1 a destûra Iraqê ku tekezî li ser yekîtiya xaka Iraqê dike.

 

2 - Pabendkirina Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar bo cîbicîkirina hemû rêkarên destûrî û yasyaî ji bo parastina yekîtiya Iraqê û hevwelatiyan û derxistina ferman bo hêzên ewlehiyê bo veger û belavbûna wan li gişt deverên nakokî li ser tevî Kerkûkê jî, heta wan cihên ku berî 10-06-2014 li wan deran bûn.

 

3 - Tekezîkirin li ser cîbicîkirina wan biryaran ji aliyê Encumena Wezîran bo asayişa niştimanî di civîna dawî de hatine dan, zêdebarî biryara lidûvçûna dadgehîkirina wan kesên ku berpirs bûne li cîbicîkirina referandumê, ji wan serokê desthilata Herêmê û dadgahîkirina wî li gorî yasayên Iraqê û hemû ew karmendên Kurd ên k user bi saziyên dewleta federalî ve ne.

 

4 - Daxistina wan deriyên sînorî li derveyî desthilata hikûmeta federalî ne û bi qaçax hesabkirina kalayên (kelûpelên) wan, daxwaz ji welatên cîranên Iraqê were kirin, rêkarên pêwîst bo alîkarîkirina hikûmeta Iraqê bo cîbicîkirina wan biryaran bi kar bînin.

 

5 - Vegerandina kêlgeyên neftî yên Bakur li kerkûkê û deverên nakokî li ser û serpireştîkirina wan ji aliyê Wezareta Petrolê be û rîgirtin li destwerdana partiyên xwedî bandor li wan deveran.

 

6 - Cîbicîkirina giştî rêkaran bo cîbicîkirina biryarên desthilata cîbicîkirin, yasadanî û dadê yên taybet bi Herêma Kurdistanê, tevî biryara ji kar dûrxistina Parêzgeha Kerkûkê jî.

 

7 - Hikûmeta Iraqê hemû balyoz û nûnerên wan welatên ku nûneratiya wan li Herêmê heye, vedixwîne û daxwaz li wan dike nûneratî û konsulxaneyên xwe bo derveyî parêzgehên Herêma Kurdistanê veguhêzin.

 

8 - Daxwaz li Serokomarê Iraqê were kirin, li gorî madeya 67 a destûra Iraqê bi erkê destûrî yê xwe rabe, ji ber ku sembola yekîtiya niştiman û nûnerê serweriya welat û parêzerê serxwebûn û serwerî û yekîtiya xaka Iraqê ye.

 

9 - Tekezîkirin li ser cîbicîkirina stratejiya lihevhatina (tifaqa) niştimanî li ser binghea zalkirina nasnameya niştimanî.

 

10 - Karkirin li ser vegerandina awareyan bo deverên xwe û cîbicîkirina hemû rêyan bo dabînkirina wê armancê û dubarekirina avedankirina deverên zirarlêketî.

 

11 - Berdewambûna gişt karmendên Kurd, ewên ku beşdarî di referandumê de nekirine, li ser kar û postên xwe.

 

12 - Parastina pêwendiyên niştimanî û civakî li gel hevwelatiyên Kurd, ji ber ku pêkhateyeke bingehîn ji pêkhateyên gelê Iraqê ye.

 

Parlamentoya Iraqê ji ber encamdana referanduma serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê, ew biryar li dijî Kurdistanê derxistine.

 

Roja duşemî 25ê Îlona 2017ê referanduma serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê tevî Kerkûkê hat encamdan û li gorî encamên fermî yên destpêkê, dengê Belê di referandumê de bi rêjeyeke gelek zêde serkevtin bi dest aniye.

 

Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê ya Herêma Kurdistanê îro di konfranseke rojnamevanî de encamên destpêkê yên fermî aşkere kir û ragihand, ku %92.73ê beşdarbûyên referandumê dengê Belê dane serxwebûna Kurdistanê.

 

Li gorî komîsyonê, rêjeya beşdariya xelkê di referandumê de %72.16 bûye.

Şîrove

 
Namur | 27-9-2017
Ev Hemû biryar DIYARKIRINA SHER û Dîyarî ya Sherek wekirîy e..... Inca kê kî dibêjet sher, bi aweyek farmî û fermîyayetî li gor azmunên Navneteweyî berpirsîyaretî hovre jî li srr milên xwe digret....! Referandom, divet Abadî ji bavê xwe Abu-Ker-Doghani bipirse, çawan safî bi xwe xwe kir sorok ( xwedê giravî) referandom,ê li ser texte.... Referandom mafa hemû gelan e, herwusa ji bo gelê Kurdistan jî ew maf ji çar-çova Un- ONU Ummeti Muttahide de li gor mafek rewa û her yasaye. kê li zingila sher digeret, divet hinek li Indo-Chine filaman binêrin çi rabert ji daxsit û çi bu...ên herî dawî Kolonyalistan xwe ji hemu deveran kishan, lê hêj Diktator û Xenên nuwey diktatoran Wek Abu-KEr-dogan, Al-Maliki nîv mirî nevîya Saddamê mîrî, û herwusa Xulam û qerwasa Iran Abbadî dibet ku bash hêj li rabî î hate roja Saddam û Kaddafi û çawusesko bash nenêhêrtin... tê ev aqubet bibet atara see we di demek nêzde....kê kî dibet sher, serseran mu ser çavan fermo, ger berdêla vê Serxwebû û Azadîyê mirin bet jî her ser seran û milyon caran ser çavan....fermo werin ,, destê ashî jî lêre ye û ên ji zimanê sher û diktatorî û mirina Kurd di fikrin , bersiva gelê Kurd jî va ye fermo, keremkin am ji bo sher jî û ji bo mirinêk rumeta Azad re ji bo mirin ji amadeyin...Bijî Kurd û Kurdistan..
Kurdo | 27-9-2017
Gotinek Pêşeya heye dibêjin,((Sîwarê Hespê Xelkê,her peya ye)) Dewletên Xelkê nabin Mal û Welatê Kurdan.Karbidestên Dewletên Turk û Ereb û Eceman,heger bibin Sofî û Welî an ku bibin Sosyalîs û Xanedan û Kapîtalîst an ku bêjin em Demokratîxwezin her wisane neyarên Dewleta Kurdin. Wek ku Barzanî dibêje Du Rêyê li ber Kurdan hene,yan Dewleta xwe ava bikin an ku Koletîyê û rezaletê, qebûl bikin.
Kurdo | 27-9-2017
Gotinek Pêşeya heye dibêjin,((Sîwarê Hespê Xelkê,her peya ye)) Dewletên Xelkê nabin Mal û Welatê Kurdan.Karbidestên Dewletên Turk û Ereb û Eceman,heger bibin Sofî û Welî an ku bibin Sosyalîs û Xanedan û Kapîtalîst an ku bêjin em Demokratîxwezin her wisane neyarên Dewleta Kurdin. Wek ku Barzanî dibêje Du Rêyê li ber Kurdan hene,yan Dewleta xwe ava bikin an ku Koletîyê û rezaletê, qebûl bikin.
Nîşankirin : Kurdistan, Serxwebûn, Iraq
1558 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| 19 demjimêr berê | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| 21 demjimêr berê | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.672 seconds