REFERANDÛMA KURDISTANÊ - Amadekariyên îdarî û teknîkî dest pê kirin

28-06-2017
Hewlêr
Hewlêr
Nîşan Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Giştpirsiyan Başûrê Kurdistanê Referandûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Giştpirsiyan a Herêma Kurdistanê, dest bi amadekariyên îdarî û teknîkî yên referandûma serxwebûnê kiriye.

 

Berpirsên Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Giştpirsiyan dibêjin, di amadekariyên xwe de hesabê hemû navçeyên Başûrê Kurdistanê, wate herêmên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî kirine.

 

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan, ji bo hêsankirina dengdanê 11 hezar sindoqan datîne û beşek ji van sindoqan jî dê li Kerkûk, Şingal û deverên nakok werin danîn.

 

Endamê Civata Komîsyaran a Komîsyona Bilind a Hilbijartinan Îsmaîl Xûrmalî ji Rûdawê re got: “Di çarçoveya karê xwe de, ji bo dabînkirina keresteyên hilbijartinê, sindûq û kabîneyan me 3 îhale ragihandine. Di nav van keresteyan de me hesaba navçeyên nakok jî kiriye. Herwiha, ji aliyê rêveberiyê ve me daxwaz ji Civata Wezîran kiriye da ku li parêzgehên Kerkûk û Nînowayê, ji bo karê me cih dabîn bike.”

 

Li navçeyên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê, Komîsyona Bilind a Hilbijartinan, ji bo parastina ewlekariya dengdêran, li gel dezgehên ewlekariyê yên polîs û asayîşê hemahengî daniye.  

 

Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan a PDKê li Kerkûkê Ednan Kerkûkî dibêje: “Hemû aliyên Kurdistanî yên li Kerkûkê di vê mijarê de hemnêrîn in, ku li bajêr di rêjeyeke bilind de beşarbûn çêbibe.”

 

Kerkûkî diyar dike, ku li Kerkûkê ji bo encamdana referandûmê ti pirsgirêkeke îdarî û ewlekariyê nînin.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst