'Xwenîşandanên li Başûrê Kurdistanê bandoreke mezin li xelkê Rojavayê Kurdistanê kir'

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Xwenîşandan Kurd Sûriye Mihemed Reûf Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameger Mihemed Reûfê ku ji bo şopandina bûyeran li Rojavayê Kurdistanê ye, ragihand ku rewşa nava bajarê Qamişloyê aram e û xelkê ji bo parastina bajarê xwe çek hildaye.

Mihemed Reûf di bultena Rûdawê de ji bajarê Qamişloyê behsa rewşa dawî kir.

Reûf got, "Doh em di Deriyê Pêşabûrê re gihiştin Rojavayê Kurdistanê.

Bi dirêjahiya rêya ji Dêrikê heta Qamişloyê, xelkê gundan wekî serdema Enfalê û ji bo parastina xwe çek hildaye."

“Armanc tirsandin e”

Derbarê rewşa ewlehiyê ya Qamişloyê de, wî rojnamegerî amaje pê kir ku her çiqas doh du dronan êrişî bajêr kiribe jî bajar aram e.

Reûf li ser wan êrişan got, "Li gorî gotina xelkê herêmê, armanca wan êrişan di nava niştecihan de çêkirina tirs, fikar û nehiramiyê ye."

“Ti vekişîn nîne”

Mihemed Reûf ragihand ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Asayîşê bi temamî rewş kontrol kiriye û ti vekişînek li herêmên Kurdan nîne û wiha pê de çû:

"Ev dever axa Kurdan e, lewma hêzên Kurdan û xelk jî berxwedaneke dijwar dikin û moralê wan bilind e."

Pirsgirêka elektrîk û sermayê

Rojnameger Mihemed Reûf li ser rewşa xizmetguzariyê diyar kir ku ji ber bombebarankirina stasyonên elektrîk ji aliyê Tirkiyeyê ve, salek e elektrîk nîne û xelk tenê pişta xwe bi jeneratoranve girê dide.

Reûf her wiha wî destnîşan kir ku xelkê herêmê ji ber hejarî û sermayê dinale û pêdiviya wan bi alîkariya rêxistinan û ya navneteweyî heye.

“Xelkê Rojavayê hembêza xwe vedike”

Mihemed Reûf behsa wê yekê kir ku xelkê Rojavayê Kurdistanê bi germê pêşwaziya şand û xelkê Başûrê Kurdistanê dike û got:

"Kî bibêje ez ji Başûrê Kurdistanê hatime, çi ji Hewlêrê be yan Silêmanî û Dihokê, xelk hembêza xwe ji wan re vedike."

Reûf da zanîn ku şeva borî nêzîkî 150 rojnameger, çalakvan û parlamenteran ji Silêmaniyê gihiştine Qamişloyê da ku piştgiriya xwe nîşan bidin.

Li gorî gotina wî rojnamegerî, "Xwenîşandan û kombûnên li bajarên Başûrê Kurdistanê û diyasporayê bandoreke mezin li ser bilindkirina moralê xelkê Rojavayê Kurdistanê kiriye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst