Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Kurdistanê tevahiya biryarên Iraqê red kir

Ji aliyê RÛDAW 28-9-2017
Civîna Encumena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro pênşemî 28ê Îlona 2017ê.
Civîna Encumena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro pênşemî 28ê Îlona 2017ê.

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya û piştî gotûbêjkirina helwest û gefên Iraqê û biryarên Bexdayê yên li dijî Kurdistanê, ew biryar bi temamî red kirin.

 

Di daxuyaniyekê de ku piştî bi dawî hatina civînê hatiye belavkirin, Encumena Wezîran destxweşî û pîrozbahiya serkevtina referandumê li gelê Kurdistanê kir, ku di proseyeke demorkatîk û şaristanî de xwasteka xwe bo cîhanê nîşan da û tekez kir, ku proseya referandumê li gel Destûra Iraqê û yasayên navdewletî digunce.

 

Herwiha Encumena Wezîan tekez kir, ku bo qonaxa dahatî û çareserkirina hemû pirsgirêkan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo gotûbêj û danûstandinan amade ye.

 

Encumena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê bandora referandumê li ser welatên cîran û derdorê de jî dibêje: “Encumena Wezîran, welatên cîran û deverê piştrast dike ku referanduma Herêma Kurdistanê bi ti şêweyekê gef nîne bo ser asayişa netewî ya ti welatekê û çawan ku di zêdetir ji 25 salên bihorî de îsbat kiriye, ku gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hertim cihê aramî û îstiqrara deverê bûye, dê herdem jî bi vî awayî bimîne, tekezî li ser pabendbûna xwe jî bi berdewamiya pêwendiyên li gel welatên cîran û deverê û cîhanê li ser bingeha rêzgirtina li hevdu û berjewendiya hevbeş kir.”

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de amaje bi biryarên hikûmet û parlamentoya Iraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê hatiye kirin û ew biryarên Bexdayê weke cezakirina bi kom a gelê Kurdistanê hatiye binavkirin û zêdebarî bi nedestûrî û neyasayî naskirina wan biryaran, tevahiya wan biryarên li dijî Kurdistanê hatine redkirin.

 

Encumena Wezîran di vê bareyê de wiha dibêje:

 

“Encumena Wezîran tevahiya wan biryaran red kir, ku duh ji aliyê parlamento û hikûmeta Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê derketin û ew biryar weke ceakirina bi kom a gelê Kurdistanê da naskirin, tekez jî kir, ku ew biryar nedestûrî û neyasayî ne û dîrek rengvedana vê hizirkirinê û vê lojîkê ne ku di bingeh de Herêma Kurdistanê metirsî û pirsgirêk li gel vê hizirkirinê û lojîkê de heye û bi ti şêweyekê hevbeşî qebûl nekiriye û amade nebûye mafên destûrî yên gelê Kurdistanê bide. Zêdebarî vê yekê jî Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê tekez kir, ku Herêma Kurdistanê amade ye li gel Iraqê bikeve danûstandin û gotûbêjê bo çareserkirina arîşeyan. Di heman demê de encumenê tekezî li ser wê jî kir, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêkarên yasayî bo îtîrazkirina li ser nedestûrîbûn û neyasayîbûna wan biryaran bi kar tîne.”

 

Derbarê biryara daxistina tevegerên firokevanî yên li ser Herêma Kurdistanê û qedexekirina geştên firokevanê yên li firokexaneyên navdewletî yên Herêma Kurdistanê de jî Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê ragihandiye: “Ev biryar bi temamî neyasayî û nedestûrî ye û berovajiyê yasa û urfên navdewletî û Peymana Navdewletiya Firokevanî ya Chicagoyê ye, ku (li gorî wê) bi ti şêweyekê nabe firokexane di pirsgirêkên siyasî de bo zordarîkirinê û rêgirtina ji geştên hevwelatiyan werin bikaranîn.”

 

Piştî birêveçûna referanduma serxwebûna Kurdistanê di 25ê Îlona îsal de (4 roj berî niha), hikûmet û parlamentoya Iraqê çendîn biryarên tund li dijî Herêma Kurdistanê dane, ku daxistina deriyên sînorî, rawestandina geştên esmanî yên bo Kurdistanê û daxwaza kontrolkirina firokexaneyan û şandina hêzên leşkerî bo Kerkûkê û deverên Kurdistanî yên di çarçoveya madeya 140 a destûra Iraqê de ji wan biryaran in.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di 25ê Îlonê de referandumek bo serxwebûnê encam da, ku li gorî encamên fermî yên destpêkê %92.73ê dengderan piştgirî dane serxwebûna Herêma Kurdistanê.

 

Şîrove

 
Selim Perik | 28-9-2017
Bijî Hikumeta herêm, bijî serok bijî pêšmerge bijî kurd û kurdista. Îro roja kurdaye ya ku kal û pîr û šehîdê me tev li hêvîya vê Rojê bun, kurd tev pištgirtîya serokê xwe û biryara wî digrin û kurdê dunyayê tev dijî çi kesî dikî kurdîstanê derkeve ✌🏻✌🏻✌🏻ظ
1749 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| 19 demjimêr berê | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| 21 demjimêr berê | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.469 seconds