Wezîrê Urdinî yê berê: Dewletên erebî ne li dijî referanduma Kurdistanê ne

16-08-2017
RÛDAW
Nîşan Salih Qellab Urdin dewletên erebî piştgirî referandum serxwebûn Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Berê yê Ragihandina Urdinê û Nivîskar Salih Qellab ragihand, ku dewletên erebî ne li dijî referanduma serxwebûna Kurdistanê ne û bêdengiya wan, nîşaneya rizamendiyê ye.

 

Salih Qellab ji Rûdawê re diyar kir, ku helwesta Urdinê her dem li gel piştgiriya neteweya kurd e û got: “Di navbera Mele Mistefa Barzanî û Şah Husên de her dem pêwendiyeke bihêz hebû.”

 

Qellab aşkere kir, mafê kurdan e ku weke ereb, tirk û îraniyan xwediyê dewletekê bin û got: “ Mafê kurdan heye ku çarenûsa xwe diyar bikin û dewleteke serbixwe heq dikin.”

 

Li ser helwesta dewletên erebî ya di derbarê giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê de ku dê 25ê Îlonê de were pêkanîn, Salih Qellab destnîşan kir: “Dewletên erebî heta niha helwesta xwe aşkere nekirine, lê weke gotina pêşiyên ereban 'Bêdengî nîşaneya rizamendiyê ye'.”

 

Herwiha Qellab amaje bi wê yekê kir, ku dewletên erebî li dijî serxwebûna Kurdistanê ti helwestek nîşan nedane û got: “Li ser referandumê, hetanî helwesta welatên erebî jî, ne li gel helwesta hikûmeta Iraqê ye.”

 

Salih Qellab destnîşan kir, ku 100 sal piştî rêkevtina Sykes-Picotê mafê kurdan e ku çarenûsa xwe diyar bikin û got: “Mafê kurdên Iraq, Îran, Tirkiye û Sûriyê heye ku 100 sal piştî rêkevtina Sykes-Picotê çarenûsa xwe diyar bikin, lê bi rêkevtin û jihevfêmkirina bi gelên herêmê re.”

 

Weke din Qellab diyar kir: “Herêma Kurdistanê serkevtinên nuwaze pêk anîne. Gelek caran min serdana wê derê kiriye. Min hin zanîngeh dîtin ku dikare bi zanîngehên cîhanî têkeve pêşbaziyê. Li wir jiyana siyasî û çandî ya bi asta bilind heye. Ji ber vê, divê ev pêşketin werin parastin.”

 

Wezîrê Berê yê Ragihandina Urdinê Salih Qellab herwiha got: “Nabe ku çarenûsa gelê kurd ê mezlûm bi pirsgirêkên Rojhilata Navîn ve were girêdan. Mafê rêveberiya kurdî ya li Herêma Kurdistanê heye ku rêya serxwebûnê hilbijêre û dewleta serbixwe ragihîne.”

 

Li ser helwesta rojavayê cîhanê ya di derbarê referandumê de jî Salih Qellab diyar kir, ku hetanî helwesta Amerîkayê jî li ser referandumê erênî ye, lê tenê ji ber rewşa herêmê dixwaze were paşxistin.

 

Weke din Qellab aşkere kir: “Welatên erebî yên weke Misir ku dewleteke mezin e, Erebistana Siûdî û Urdin, kurdan fêm dikin û piştgirî didin referandumê. Lê Îran û Tirkiye vê mijarê red dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst