Muftiyê Iraqê piştgirî da referanduma Kurdistanê!

01-10-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kurdistan Serxwebûn Iraq Muftiyê Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Muftiyê Iraqê Rafih Refaî li ser referanduma Kurdistanê peyamek û têde piştgiriya xwe bo referanduma serxwebûna Kurdistanê aşkere kir.

 

Muftiyê Iraqê Rafih Refaî îro yekşemî 1ê Cotmeha 2017ê derbarê referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê de bi peyamekê de helwesta xwe aşkere kir.

 

Peyama Muftiyê Iraqê ji aliyê Endamê Komîteya Bilinda Fetwaya Iraqê Ebdulwehab Anî ve hat xwandin.

 

Di peyamê de tê gotin, ku berpirsên Îranê, Iraqê birêve dibin.

 

Herwiha di peyamê de hatiye, ku Iraq di rewşeke dijwar re derbas dibe û tê gotin, hikûmeta Iraqê mezhebî ye û ev jî mezintirîn pirsgirêk e.

 

 

Muftiyê Iraqê dibêje, ku cihên sunniyan li Iraqê hatine wêrankirin.

 

Derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê de jî, Muftiyê Iraqê tekez dike, ku referanduma Kurdistanê di encama zulm û zordariya hikûmetên Iraqê de bûye.

 

Muftiyê Iraqê herwiha dijatiya xwe bo daxistina firokexaneyên Kurdistanê tîne ziman û dide xuyakirin, ku desthilatdarên Iraqê, welat dabeş kirine.

 

Di beşeke din a peyama xwe de, Muftiyê Iraqê destnîşan dike, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê awareyên Iraqê li xwe girt û xwedî kir, di demekê de ku hikûmeta Iraqê rê ji awareyan digirt û ew nehewandin.

 

Agahî tên nûkirin.....

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst