Ebadî li dijî Kurdistanê çend biryarên nû derxist!

09-10-2017
Nîşan Iraq Kurdistan Heyder Ebadî Serxwebûn Referandum
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Di civîna Civata Ewlekariya Nîştîmanî ya Iraqê de, ku bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî hate kirin, li ser torên peywendiyên telefonan, navçeyên nakok û karmendên ku di referandûmê de deng bikar anîne, biryarên nû hatine wergirtin.


Di daxuyaniya Civata Ewlekariya Nîştîmanî ya Iraqê de hatiye gotin: “Divê torên telefonan bikevine bin desthilata hikûmeta navendî û veguhezine Bexdayê.”

 

Herwiha Civata Ewlekariya Nîştîmanî ya Iraqê dibêje: “Ji bo herêmên nakok careke din bikevin bin kontrola hikûmeta navendî divê gavên nû werin avêtin.”

 

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Pêwîste li hember wan fermanber û karmendên di giştpirsiyê de deng bikar anîne, rêkarên yasayî werin kirin.”

 

Civata Ewlekariya Nîştîmanî ya Iraqê biryar da ji bo girtina sînoran pêdaçûn were kirin û tê gotin: “Divê hemû cure danûstandinên bazirganî û datayên wan bikevine bin desthilata hikûmeta Iraqê.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst