Bexda (Rûdaw) – Civîna şanda pilebilind a Herêma Kurdistanê li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dest pê kir.
Peyamnêrê Rûdawê li Bexdayê ragihand, ku berî demekê endamên şanda Kurdistanê bi Heyder Ebadî re civiyan.
Şanda Kurdistanê ku ji aliyê Encumena Bilind a Referanduma Herêma Kurdistanê ve hatiye pêkanîn, îro piştî nîvro bo gotûbêjkirin û danûstandinên bi berpirsên Iraqê re li ser mijara referanduma Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên navbera her du aliyan, ber bi Bexdayê ve birêketibû.
Ev yekemîn civîna şanda Kurdistanê li Bexdayê ya li gel aliyên iraqî ye.
Biryar e serdana Şanda Kurdistanê bo Bexdayê, 3 rojan berdewam be û di wê heyamê de, ji bilî civînên li gel berpirsên hikûmeta Iraqê, li gel piraniya partî û aliyên siyasî yên Iraqê hevdîtin û civînan pêk bîne.
Di Şanda Kurdistanê de, ku ji aliyê Encumena Bilind a Referandumê ve hatiye pêkanîn, her yek ji Roj Nûrî Şawêys nûnerê PDK, Seidî Ehmed Pîre weke nûnerê YNKê, Fuad Hisên nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê, Mihemed Ehmed nûnerê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Viyan Dexîl weke nûnera Kurdên Êzidî, Romiyo Hekarî weke nûnerê Mesîhiyan û Macir Bazirgan bi nûneratiya Tirkmenan cih digirin.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, di bername û acendaya Kurd a bo danûstandina li gel Bexdayê de, 55 madeyên destûra Iraqê hene, ku ji aliyê Bexdayê ve hatine binpêkirin, ku madeya 140, qutkirina bûdceya Herêma Kurdistanê, qutkirin û nedana bûdceya pêşmerge, yasaya petrol û gaze, rêjeya Kurd di artêşa Iraqê de û nehêlana prensîpa rêkevtinê di pesendkirin û derxistina yasayên parlamentoya Iraqê de ji wan xalan in.
Di civîna roja şembiya çûyî 12ê Tebaxa 2017ê ya Encumena Bilind a Referandumê de, ku bi serokatiya Barzanî hatibû pêkanîn, serdana şanda pilebilind a Herêma Kurdistanê bo Bexdayê bi armanca danûstandina derbarê mijarên siyasî û paşeroja pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rayedarên Iraqê re, hatibûn gotûbêjkirin. Herwiha di heman civînê de, xetên giştî yên gotûbêjan û naveroka danûstandinên şanda Kurdistanî li gel aliyê Iraqî jî hatibûn diyarkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse