Parlamentoya Iraqê îro dicive

15-10-2018
RÛDAW
Nîşan Iraq Parlamentoya Iraqê Civîn Komîteyên dayimî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biryar e îro parlamentoya Iraqê di derbarê sê mijaran de bicive û pêkanîna komîteyên dayîmî jî di bernameya karê parlamentoyê de ye.

 

Li gorî zanyariyên ku hatine belavkirin, dê îro piştî nîvro parlamena Iraqê bicive û di bernameya wê de jî dê dengdana li ser şêweyê biryardana derbarê pileyên taybet û biryarên hikumî de hebe.

 

Herwiha di civîna îro parlamentoya Iraqê de dê mijara pêkanîna komîteyên dayîmî yên parlamentoyê û herwiha plana navendî bêne gotûbêjkirin.

 

Piştî destbikarbûna xûla çarem a parlamentoya Iraqê, heta niha serokê parlamentoyê û serokomarê nû yê Iraqê hatine hilbijartin, herwiha Adil Ebdulmehdî ji fraksyona herî mezin a parlamentoyê weke serokwezîrê erkdarkirî bo pêkanîna hikûmeta nû hatiye diyarkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst