Sedr û Ebadî pêkanîna hikûmeta nû gotûbêjkirin

20-05-2018
RÛDAW
Nîşan Iraq Hilbijartin Muqteda Sedr
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, ku lîstewa bi serpereştiya wî di hilbijartinên Iraqê de bi serket, ragihand ku ew daxwaza biratiya di navbera pêkhate û hemû olên li Iraqê de dikin.

 

Şevê din (19-05-2018) rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr li gel Serokê Hevpeymaniya Nesir û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiya.

 

Piştî civînê herdu serkirdeyên Iraqî civîneke çapemeniyê saz kirin. Muqteda Sedr ragihand ku ew hemû Iraqî ne û daxwaza biratiyê di navbera hemû pêkhate û olên welat de dikin.

 

Sedr eşkere kir ku di civînê de pêşhatên dawî yên proseya siyasî gotûbêj kirine û li ser wê yekê hevnerîn bûne ku bersiveke baş bidin gelê Iraqê.

 

Herwiha Heyder Ebadî jî ragihand ku wan li ser pêwîstiya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê jî gotûbêj kirine.

 

Hêjayê gotinê ye, ku di hilbijartinên 12ê Gulanê yên Parlamentoya Iraqê de Hevpeymaniya Saîrûn a bi serpereştiya Sedr bi giştî 54 kursî bidest xist û bû yekem. Lîsteya Fetih a bi serokatiya Hadî Amirî bi 47 kursiyan duyem û Hevpeymaniya Nesir a bi serokatiya Heyder Ebadî jî bi 42 kursiyan bû sêyem.   

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst