Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Serokwezîrê Tirkiyê: Em yekîtiya Iraqê dixwazin

Ji aliyê RÛDAW 9-6-2017
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim - Wêne: Adem Altan - AFP
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim - Wêne: Adem Altan - AFP

Navenda Nûçeyan – Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî  Yildirim biryara referandûmê ya Herêma Kurdistanê weke biryareke “bê berpirsiyarî” nirxand û got, ku ew naxwazin Iraq perçe bibe.

 

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî  Yildirim piştî nimêja Înê ya li Enqerê, bersiv da pirsên rojnamevanan û behsa referandûma Başûrê Kurdistanê kir, ku biryare roja 25ê Îlona 2017ê were encamdan.

 

Yildirim derbarê pirseke liser biryara referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê, got: “Nêrîna me zelal e. Em yekîtiya axa Iraqê dixwazin. Em dixwazin hemû welatiyên Iraqê li ser dewletekê û bi hevre bijîn. Jixwe li herêma me bi gelek pirsgirêk hene. Nêrîna me ew e, ku pêwîst nake pirsgirêkên nû derbikevin. Ev biryar bi bê berpirsiyarî hatiye girtin."

 

Hêjayê gotinê ye, ku Wezareta Derve ya Tirkiyê jî di daxuyaniyekê de gotibû: “Li gorî me ev dê bibe xeletiyeke mezin. Siyaseta Tirkiyê ya derbarê Iraqê de ew e, ku axa Iraqê parçe nebe û yekîtiya siyasî were parastin."

Şîrove

 
umut can | 9-6-2017
Yildirim ji welatê xwe berpirsiyare nikare der barê xaka Iraqê de tiştek bêje...Kî bixwaze dikare serbixwe bijî...
Şervan | 9-6-2017
Em jî yekîtîya her çar parçeyên Kurdistanê dixwazin. Ji bo wî dawayê mezin û pîrozî heta dawî şer bikin. Serxwebûna birayên başûrê Kurdistanê gellekî giring e ji bo dewleteke mezina Kurd li peşeroj e. Xwefiroş bînalî (kal û pîrên wî ji Agirîyê) tu çi bikî? Netewê Kurd BELÊ bibêje! Bijî Kurd û Kurdistan!
Berjor | 9-6-2017
Em dixwazin tu devê xwe bigirî !
Baran B | 9-6-2017
Em jî dibêjîn Turkîyê lazim parçe parçe bibe.Qardaşê Esil ereb xwêya xwe bike girara xwe.Axiftinên te xeletin ne biryarên xelkê li ser çarenivîsa xwe biden xeletin.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.562 seconds