Tirkiye: Îraq ji bo destpêkirina veguhastina petrolê ne amade ye

13-03-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Herêma Kurdistanê Îraq Petrol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Oncu Keçelî bi bîr xist ku Xeta Boriya Petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê ev demek e girtî ye.

Oncu Keçelî herwiha got, “Me diyar kiribû ku ji bo me pirsgirêk tuneye ku ji vê xeta boriyê sewqiyet dest pê bike lê Îraq di mijara destpêkirina sewqiyetê de ne amade ye."

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Oncu Keçelî di civîna çapemeniyê de rojev nirxand.

Oncu Keçelî bi bîr xist ku leşkerên Amerîkayê li Îraqê ne û wiha got:

"Helbet ji bo têkoşîna me ya li dijî PKKyê em bi wan re hevdîtinan dikin. Lêbelê, ev nayê wateya destûrxwestinê, îcazet hildanê."

“Hin bendewariyên me ji Silêmaniyê (YNK) hene”

Keçelî anî ziman ku helwesta Tirkiyeyê ya di mijara Silêmaniyeyê de ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ve hatiye destnîşankirin û wiha axivî:

"Hin bendewariyên me ji Silêmaniyê (YNK) hene.

Ji bo ku em bikaribin têkiliyên xwe yên bi Silêmaniyeyê re bigihînin asta çend sal berê, ew gavên ku divê ji aliyê Silêmaniyeyê ve bên avêtin heta niha nehatine avêtin."

Lûtkeya Ewlehiyê ya Tirkiye-Îraqê sibe ye

Keçelî bal kişand, di civîna Lûtkeya Ewlehiyê ya Tirkiye-Îraqê de ku dê sibê li Bexdayê were kirin û da zanîn:

“Rojeva sereke mijarên ewlehî û hevkariya leşkerî ye û herwiha gavên şênber ên ku mumkin e di têkoşîna dijî terorê de bên avêtin jî dê li ser maseyê bin.”

Keçelî her wiha diyar kir ku di mijara enerjiyê de jî hevdîtin dê bên kirin ku çavkaniyên gaza siruştî yên li Îraqê bên pêşxistin û bo bazara navneteweyî bên vegugastin.

“Îraq ne amade ye”

Keçelî bi bîr xist ku Xeta Boriya Petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê ev demek e girtî ye û wiha dewam kir:

"Me çiriya pêşîna borî diyar kiribû ku ji bo me pirsgirêk tuneye ku ji vê xeta boriyê sewqiyet dest pê bike û her wiha sewqiyet dikare dest pê bike.

Lê em fêm dikin ku Îraq di mijara destpêkirina sewqiyetê da ne amade ye."

Keçelî her wiha ragihand ku hêviya wan ew e ku li Iraqê hemû alî bi diyalog û hevtêgihîştinê rêk bikevin û bi wî awayî sewqiyeta xeta boriyê di kurtedemekê da dest pê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst