Li hêviya Nêçîrvan Barzanî nemînin

06-08-2018
Rêbwar Kerîm Welî
Nîşan Herêma Kurdistanê Parlamento Hilbijartin YNK
A+ A-

Bi tevê xiyaneta 16ê Cotmehê û hemû barên ketibûne ser pişta kiyana destûrî ya Herêma Kurdistanê, razînebûna Serok Barzanî ji bo dirêjkirina dema serokatiya xwe, Nêçîrvan Barzanî wek serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê, çiqas bo wî giring bû ku Kurdistanê ji dorpêça dîplomasî û aborî derbas bike, ew hinde jî bi mikur bû ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de werin kirin.

 

Bêguman ew jî bi wê bergehê bû, ku Serok Barzanî bi mohra Serokatiya Herêma Kurdistanê di meha Mijdara 2017ê de dema hilbijartinan diyar kiribû. Vêca partiya serokwezîr di hilbijartinan de çend deng dianî yan nedianî ew negiring bû.

 

Lê dirêjkirina temenê parlamentoyê ji bo du xulên yasadananê, keynûbeyna partiyên Silêmaniyê yên ligel Bexda û Îranê, herwiha hêviya wan a têkçûna PDKê di demeke kurt de, wisa kir ku hilbijartinên Kurdistanê nekevin beriya hilbijartinên Iraqê.

 

Serokwezîr, ku niha beşek ji desthilatên Serokatiya Herêmê jî hildigre, dixwast herî kêm beriya hilbijartinên Iraqê li Kurdistanê hilbijartin werin kirin. Ji bilî PDKê ti kes amade nebû û hêcetên hemû aliyan hebûn. Hemûyan pirsgirêkên navxwe bi tomara dengderan û bi komîsyonê ve girêdida, ev di demekê de bû ku hejmara nûnerên PDKê di nav komîsyonê de weke ya hemû aliyan bû.

 

Niha ji bilî PDKê û Tevgera Nifşên Nû, ku serkeftiyên hilbijartinên Gulana îsal in (diyare hinek partiyên biçûk û kotayan jî amadekariyên xwe kirine), partiyên din tev de û beriya hemûyan jî YNK û Goran, ji Serokwezîr dixwazin hilbijartin werin paşxistin. Ev di demekê de ye ku ew amade nebûn tenê heftiyek jî dema Serokatiya Herêmê were dirêjkirin.

 

Çend sedemên vê yekê hene; hinek aliyên wek YNKê baweriya wan bi encamên xwe nîne û hinek din jî ji dubarebûna encaman ditirsin. Lewma hinek alî bi riya medyaya xwe tekezî li ser pêkanîna hilbijartinan di dema xwe de dikin lê rast nabêjin. Tev de ji binve ji Serokê Hikûmetê dixwazin hilbijartinan paşbixe.

 

Wisa diyar nake ku Serokê Hikûmetê xwe bixe bin vî barî û ne amade ye baca bêserûberbûna partiyan jî bide. Eger daxwazeke wiha ya partiyan hebe deriyê parlamentoyê vekiriye û bila li wir bînin ziman.

               

Kurê te û keça xelkê

 

Rojeva îro ya Kurdistanê dewsa ku hilbijartinên parlamentoyê û nexşerêya siyasî ya siberojê be, zêdetir li ser aliyên paşxistina hilbijartinê ne. Nêzîkî 3 meh in hilbijartinên Bexdayê hatine kirin lê ne hikûmet hatiye pêkanîn û ne jî parlamento civiyaye. Ev di demekê de ye, ku temenê parlamentoyê bidawî bûye û yên hatine hilbijartin jî bi fermî nebûne parlamenter!

 

Bêguman ev yek him ji bo Amerîka û him jî ji bo Îranê ku xwe weke xwediyê Bexdayê dibînin, bûye sedema pozberiyê. Ji ber vê yekê herdu alî bi hêceta ku di meha Îlonê de dê giftûgoyên pêkanîna hikûmeta nû ya Bexdayê dest pê bikin, dixwazin hilbijartinên Kurdistanê jî werin paşxistin. (Guman heye ji aliyê Amerîkayê ve daxwaza paşxistina hilbijartinên Kurdistanê kiribe.)Tenê ji wê bergehê nebe ku Kurdistan bikare bi rêya ezmûna demokrasî û hikûmraniyê ezmûneke bilindtir ji ya Bexdayê nîşan bide (ku dibe bandora Îranê hebe), ya din dibe destwerdana hêzên siyasî yên Kurdistanê be, ku şiyana wan a hilbijartinan nîne û hewara xwe dibin ber guvaşa hêzên navdewetî û herêmî!

 

Nexwe Amerîka jî û Îran jî her çawa dibe bila bibe di dema xwe de hilbijartinan dikin. Lewma ti argûmenteke wan a ji bo paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê nîne. Eger daxwaza wan tiştekî teknîkî be ku çawa dibe li welatekî du hikûmet di demekê de werin avakirin, ezmûnên salên 2006, 2010 û 2014 hene, ku du hilbijartin çend meh piştî hev hatine kirin lê herdub hikûmet jî di demeke nêzîkî hev de hatine avakirin.

 

Lewma pêwîste Kurdistan di dema xwe de hilbijartinên xwe bike û wê ciyawaziyê nîşan bide û biselmîne ku çima roja 25ê Îlona 2017ê serî li referandûma serxwebûnê da.

 

Nîsk

 

Di çend salên derbasbûyî û bi yatbetî jî piştî piştî hilkêşana merci’iyeta Serok Barzanî di gotara nîştîmanî û neteweyî de, hinek mûzayedeciyên nav YNKê bi (girtina) wê tişta PKKê, ku yê wan bi xwe nebû, hewl dan dewsa lingê xwe di vê rêyê de rast bikin. Bi taybetî di dema şerê DAIŞê de ew ên ku di bin navê “xebata neteweyî” de çek didane PKKê û hevpeymanî pêk dianîn, dixwestin rola PDKê û Barzanî di hevsengiya navdewletî de kêm bikin.

 

Niha Tirkiyê dorpêç xistiye ser Silêmaniyê û fêm kirin ku (tişta) wan ji ya PKKê bi bandortir e, ketine nav qajewajê. Heman ew tişta ku di destpêka 2000î de Talebanî kete nav û hevpeymanê xwe yê dêrin û kevn bi çend milyon dolar û çend ton erzaqê tirkî firot.

 

Pir zêde nemaye ku MIT û leşkerên Tirk li wê zonê jî cirîtbaziyê nekin. Asayîkirina peywendiyên ligel Tirkiyê ji bo YNKê dibe giring be lê ne li ser destê mûzayedecî û xayînan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst