Hilbijartinên Pakistanê bi rê ve diçin: ‘Bila kursiyeyeke kesên zayenda sêyemîn hebe’

08-02-2024
RÛDAW
Hilbijartinên Pakistanê bi rê ve diçin
Hilbijartinên Pakistanê bi rê ve diçin
Nîşan Pakistan Hilbijartin Parlamento
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hilbijartinên Parlamentoya Pakistanê bi rê ve diçin û li wî welatî mafê 128 milyon kesan heye dengê xwe bide.

Li Pakistanê dengdana ji bo hilbijartinên parlamentoyê û meclîsên parêzgehan ku dê 5 salan wezîfeya qanûnî bigirin, berdewam dikin.

Nayab Elî ku zayendaya xwe guhertiye, li bajarê Îslambadê namzed e û ew diyar dike ku dê mafê hemû kesî biparêze.

Namzedê Îslambadê Nayab Elî got:

“Pêwîst e li parlamentoyê dengekî bihêz ji bo parastina mafên mirovan hebe. Divê kes neyê bêdengkirin. Ji bo vê yekê ez bûm namzed.”

Di hilbijartina giştî ya parlamentoya Pakistanê de ji 231 milyon şêniyên wî welatî, mafê 128 milyon kesan wan ê dengdanê heye.

266 kursî hene

Parlamentoya Pakistanê ji 266 kursiyan pêk tê.

141 kursî ji bo herêma Pencabê, 61 kursî ji bo herêma Sîndê, 45 kursî ji bo herêma Xîberê, 16 kursî ji bo herêma Beluçistanê û 3 kursî jî bo Îslamabadê hatine veqetandin.

Ji bo pêkanîna hikûmetê pêwîstî bi dengê 134 parlamenteran heye.

“Mafê jiyanê yê kesên ku zayenda xwe guheriye jî heye”

Beşek ji nîştecihên Îslambadê jî piştevaniya wan berbijêran dikin ku zayenda xwe guheriye.

Welatî Raca Imran jî got:

“Wan zayenda xwe wekî zayenda sêyemîn guheriye. Mafê jiyanê bo wan jî heye.

Pêşniyar dikim herî kêm kursiyeke wan li parlamentoyê hebe. Deng didim wan.”

Hilbijartina parlamentoya Pakistanê û herêmên wî welatî ji bo pênc salan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst