Nal, bizmar û YNK

26-04-2017
HÊMİN EBDULLAH
Nîşan YNK PDK Tevgera Goran
A+ A-

YNKê di van rojan de serê yar û neyaran tevlîhev kiriye. Ew kesên bi korî hez ji YNKê dikin dibêjin, “YNK liser rêbaza Mam Celal dimeşe û baş dizane siyasetê bike” lê kesên YNKyî yên rastgo û eşkere diaxivin jî dibêjin “Em bixwe jî nizanin ka YNK dixwaze çi bike.”

 

Rastî ew e, ku YNK li nalê jî dide û bizmarê jî lê derdekê mezin ê nalbend heye. Dixwaze di nav vê xelebalixiyê de xwe ji zelalkirina helwestê xwe vedize.

 

Navenda Lêkolînên Rûdawê rojane şirove û nirxandina rewşa Kurdistanê dike û encamên wê jî dişîne rêveberên Rûdawê re. Vê carê di şiroveyekê de dibêjin, ku YNK û Yekgirtû bi hevre dikarin guvaşê bixin ser PDK û Goran û li kêla şeytan wan bînin xwarê. Ev yek rast e lê çend tê cîbicîkirin. Ew jî maye hêviya wê dema ku YNK helwesta xwe zelal bike.

 

Di nav şanda bilind a YNKÊ ya serdana Tevgera Goran dike, herdem Hêro Îbrahîm Ehmed û kesên nêzîkî wê rola mîhwerî dilîzin. Di şandên hevdîtina ligel PDKê de jî Kosret Resûl birayê mezin e!

 

Carekê ji berpirsekî bilind ê YNKê pirs kirin, “çima Hêro xanim beşdarî civînên ligel PDKê nabe?” Wî berpirsî jî got; “Hêro xanim jiber nexweşiya xwe nikare beşdar bibe.” Lê her ew Hêro xanim di dema hevdîtinên ligel Tevgera Goran de dibe guzê sax.

 

Di rastiyê de YNK baş dizane, ku krîza niha ya li Kurdistanê di berjewendiyê wî de ye û dixwaze herwiha jî berdewam bike. Nexwe mecbûre aliyekê bigre.

 

Eger ligel PDKê lihev bike dê destkeftiyên xwe yên siyasî û rêveberî û darayî biparêze. Lê hê jî ezmûna tolvekirina dengdêrên li dijî PDK û dijî Barzanî ya di hilbijartinên derbasbûyî de deng nedabûne wan, ji bîr nekiriye, pir baş jî dizane ka Tevgera Goran van dengan çawa li dijî wî bikartîne.

 

Eger YNK ligel Goran lihev bike, şêrîkatiya xwe ya lisel PDKê ya liser desthilatan dixe nav metirsiyê. Bi hemû parçebûn û nakokiyên xwe weke nêçîreke birîndar dikeve destê pilingekê, ku navê wî Goran e û bi hêsanî dikare wî ji rêya rast dûr bixe.

 

Bijardeya sêyemîn a YNKê ew e, ku dikare bereyekê guvaşxistinê ligel Yekgirtûya Îslamî çêbike. Ev yek bixwe jî ne di qazanca YNKê de ye, jiber ku bi destê xwe dê xwe biçûk bike û êdî careke din ne PDK û ne jî Goran nexwazin wî bikişina aliyê xwe ve.  

 

Lewma di vê heyamê de baş berê xwe bidin daxuyaniyên hevbeş ên YNKÊ yên ligel PDK û Tevgera Goran, herwiha nexşerêya YNKê bixwe jî, bi hostayî him li nalê dide û him jî li bizmarê, ne destê xwe bixwîn dike û ne jî dihêle hespê şey yekrêz bimîne!

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst