Hilbijartina bi iraqîbûnê

26-04-2018
Abdullah Reşawi
Nîşan Hilbijartin Iraq Kurd Sunnî Şîe Ereb Iraqîbûn
A+ A-

Berî destpêkirina kempînên hilbijartinan, dostekî min ku kadroyê partiyekî siyasî yê Kurdistanê ye, derbarê berbijariya xwe de bi min re axivî, yek ji wan argumêntên ku wî dixwast pê vê li ser berbijarkirina xwe, min qanih bike, ev bû ku dihot: Êdî niha hilbijartinên giring, hilbijartinên Iraqê ye, hilbijartinên Kurdistanê nirxa wê namîne.

 

Her çi qas ku ev hilbijartin giringiya xwe heye, lê belê mixabin ku argumêneta wî kadroyî rewşeke rasteqîn a Kurdistanê nîşan dide.

 

Ev rastî jî ev e ku di ti qonaxekê de weke hilbijartinên vê carê, hilbijartinên Iraqê bi giring nehatiye temaşekirin, ev rastî eger ku rastiyeke ebistrakt be, yan corek ji hişyarî di hiş û hişmedniya siyasî ya Kurdistanê de be, ciyawaziyeke wisa nîne û di encamê de dibe faktek ku gelek wateyan li xwe digre, çimku herî dawî hişyarî jî corek e ji ratiyê û hebûna xwe heye.

 

Ev hilbijartina niha bi pileya nayab, hilbijartineke iraqiyane ya temam eyar e û eger bi rêkûpêkî birêve biçe û têkneçe, serkevtineke mezin e bo destebijêra (elîta) desthilatdar li Bexdayê ku mebesta min ji wê destebijêrê pêkhateya şîe ye.

 

Ji ber ku çi Kurd û çi Sunnî heta rêjeyeke zêde bi corek ji şikest û şepirzeyî hatine nav wê hilbijartinê û diçin Bexdaya paytext. Em bi xwe weke Kurd, kêmek halê me ji pêkhetay Sunnî baştir e, ku di rewşeke nêzîk ji rewşa jinavçûnê û helandin û nemanê de tên dîtin.

 

Partiyeke weke Partiya îslamiya Iraqê ku caran Tariq haşimî serkirdatiya wê dikir û partiyeke bihêz a Sunniyan bû, xwedî lîst û berbijêr nîne û dengderên xwe azad kirine, ku deng bidin kê/î û projeya wê ya siyasî bi tevahî jinav çûye.

 

Ji vî alî ve jî Kurd ku caran bi serbilindî li Kerkûkê hilbijartin dikir û hilbijartinên li vî bajarî weke faktorek ji bo bêhtir qahîmkirina pêgeha we û selimandina rewatiya xwe û kurdistanîbûna Kerkûkê bi kar dihanî û serkevtin li pey serkevtin tomar dikir, niha bi lawazî û di jêr hejmoniya desthilata navendî de hilbijartinê dike û ji serkevtina xwe piştrast nîne.

 

Mezintirîn partiya dethilatdar a Kurdistanê jî ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye, bi biryareke şaş a nezelal, beşdariyê di hilbijartinên Kerkûkê de nake, ku ev yek rewşa herî pasîvbûnê ye û heta niha jî kes bi tevahî fam nake, ku PDKê çima biryareke bi vî awayî xirab û di bin navê nebûna rewatiyê de daye?

 

Kurd ku caran ji bo Mûsil û Deşta Neynewayê dilê xwe xweş kiribû, Kerkûk jî ji destê wî çû, car bi car jî behsa egerên hilweşîna Iraqê dikir, niha di nav mala xwe de hilbijartinek û milmilaniyeke dijwar dike, ji bo dubare bi iraqîbûnê, ji bo çûna bo Bexdayê û ji bo bûna bi beşeke bi bandor li iraq mezin.

 

Hevpeymaniyên paş hilbijartinan jî zêdetir wê yekê ji me re zelal dikin ku gelo ev rengê bi iraqîbûnê heta çend pir-reng dibe? Bêguman eger Kurd bibin yek, hinek ew rengê iraqîbûnê dê kal (kêmreng) bibe, lê belê eger hevpeymaniyên wî jî iraqî bin û di nava fraksyonên cuda cuda de, hingê rengê iraqîbûnê bi tevahî pir-reng dibe.

 

Girêya Bi Iraqîbûnê ku Kurd bi dirêjiya dîroka xebata xwe ya siyasî ti caran nekariye xwe jê derbas bike, di hilbijartinên vê carê de gelek bi zelalî derdikeve holê. Kar gihîştiye wê yekê ku li cem fraksyona Bexdayê ya bihêztirîn partiya opozisyona Kurdistanê tiştekî baş be, ku eger endamekê/î xwe bişîne nav lîsteke erebî ya iraqî.

 

Berî vê hilbijartinê, di biryareke serepêyî û nesiyasî de Fraksyona Goranê ya di parlamentoya Iraqê nêzîk bû ku yek ji kartên xwe bixe nav refên Fraksyona Ebadî, ku piştre bi aqilmendî û jîratiya aqilmendên nava Goranê ev pêngava nesiyasî hat rawestandin, xuya ye ku ez siyaseta bi vî coreyî nav lê nakim xiyanet û caşyetî, lê ez jê re dibêjim, iraqîbûn û ez têza xwe diselimînim (îsbat dikim).

 

Îca ji bo Kurdistanê divê ku em ev têzê bi lênihîrna Karl Marx ve bêjin û hinek tamên şiroveya rastî û zanistî lê zêde bikin û bêjin: Dîrok xwe dubare dike, lê bi şêweyekê komêdî.

 

Belê bi rastî dîroka Kurd xwe li herêma Kurdistanê dubare dike, lê belê bi şêweyekeê komêdî, bi şêweyekê ku Kurd dubare dibe bi iraqî û bêyî ku bi xwe bizane, nêzîk e ku careke din dîroka piştî 11ê Adarê dubare bike û careke din, ewa ku di çarçoveya Iraqê de û di şêweya herêmekê de heye, dê bidorîne (ji dest bide).

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst