Parêzgariya Kerkûkê: Du aliyan li hev kiriye

07-01-2024
Herdî Mihemmed
Herdî Mihemmed
Peykerê Pêşmerge li Kerkûkê / Wêne: Arşîv
Peykerê Pêşmerge li Kerkûkê / Wêne: Arşîv
Nîşan Kerkûk Hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan Kurd Ereb Tirkmen Parêzgarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Hîn encamên Hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan ên Îraqê nehatine pesendkirin lê Ereb û Tirkmenan li ser navê parêzgarê Kerkûkê li hev kiriye.

Piştî sala 2005an cara ewil 18ê Kanûna Pêşîna 2023yan li Kerkûkê hilbijartinên encûmenên parêzgehan hatin kirin.

Piştî ku encamên hilbijartinan hatin ragihandin çavên her kesî li ser Kerkûkê ne.

Li gel ku hîn encamên hilbijartinan nehatine pesendkirin jî hevdîtinên di navbera aliyên siyasî de dest pê kiriye.

Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Ereb û Tirkmenan li ser navê parêzgarê nû yê Kerkûkê li hev kiriye.

Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo hevdîtinan lijneyek ava kiriye û dê hevdîtinên ewil bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re bike.

Berbijêrên YNKyê yên ku hatine hilbijartin dibêjin beriya ku Kurd herin cem aliyên din pêwîst e ew li hev bikin.

Rêbiwar Tahayê ku ji lîsteyên YNKyê hatiye hilbijartin ji Rûdawê re got:

“Dê polîtburo bi rêya lijneyeke taybet van hevdîtinan bike lê dê gava me ya ewil ‘diyaloga Kurdan û Kurdan’ be.”

Ereb û Tirkmenan li hev kiriye

Ereb li Kerkûkê bi sisê lîsteyên cuda ketibûn hilbijartinan û bi tevahî şeş kursî bi dest xistibûn. Tirkmenan jî li Kerkûkê du kursî standibûn.

Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Ereb û Tirkmenan ji bo parêzgariya Kerkûkê li ser navê Xalîd Mufrecî li hev kiriye.

Red Salihê ku ji lîsteya Hevpeymaniya Qiyadeyê hatiye hilbijartin da zanîn ku ew dixwazin Erebek bibe parêzgarê Kerkûkê û ew bêyî ti cudahiyeke dînî en neteweyî xizmetê ji xelkê re bikin û Kerkûkê bi pêş ve bibin.

Eniya Tirkmenî ku li Kerkûkê 2 kursî bi dest xistine, ji Kurdan bêhtir nêzîkî Ereban e û çavê wan jî li parêzgariya Kerkûkê ye.

Rûdawê tesbît kir ku Hevpeymaniya Erebî bi pêşengiya parêzgarê niha yê tayînkirî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî teklîfa Tirkmenan qebûl kiriye.

Li gorî vê teklîfê parêzgariya Kerkûkê dê du salan di destê Tirkmenan de be, du salan jî di destê Ereban de be.

Endamê Serokayetiya Eniya Tirkmenî Turkiş Îzedîn li ser vê lihevkirinê ji Rûdawê re wiha axivî:

“Di navbera Erab û Tirkmenan de têgihiştinek çêbûye, ev hîn ne fermî ye çimkî sisê lîsteyên cuda yên fraksiyonên Ereban jî hene.

Dibe ku qîma xwe bi kesan an lîsteyan neyînin lê li gorî lihevkirina niha dê parêzgarî du salan heqê Tirkmenan, du salan jî heqê Ereban be. Herwiha dê serokê encûmenê jî heqê pêkhateya sêyem be.”

Ji bo diyarkirina îdareya Kerkûkê heta niha li ser du senaryoyan tê axaftin.

Seneryoya ewil tifaqa Hevpeymaniya Erebî, Qiyade, PDK û Tirkmenan e.

Seneryoya duyem jî tifaqa YNK, Xiristiyan, Urube û Eniya Tirkmenî ye.

Encûmena Kerkûkê tevî kotaya Xirîstiyanan ji 16 kursiyan pê tê. Tifaqa ku bigihe 9 kursiyan dikare Kerkûkê bi rê ve bibe.

Her du seneryo jî digihin 9 kursiyan û ji bo her du senaryoyan jî formula “parêzgariya bidorê” tê axaftin.

9 kursî pêwîst in, 7 kursiyên Kurdan hene

18ê Kanûna Pêşîna 2023yan li Îraqê piştî sala 2013an û li Kerkûkê jî piştî sala 2005an hilbijartinên encûmenên parêzgehan hatin kirin.

Kurd li Kerkûkê bi 5 lîsteyên cuda beşdarî hilbijartinan bûn, YNKyê 5 û PDKyê 2 kursî standin.

Niha ji bo destnîşankirina parêzgar pêwîst e ev partiyên Kurdan bigihin hev û bi hinek aliyên din re jî tifaqê bikin da ku karibin parêzgariya Kerkûkê bistînin.

Parêzgariya Kerkûkê ji 2005an heta 2017an di destê YNKyê de bû.

Piştî referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, hêzên Îraqê ketin Kerkûkê û parêzgariya bajêr jî ji destê Kurdan çû.

Niha parêzgariya Kerkûkê bi wekaletê di destê Rakan Seîd Cibûrî de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst