Deniz Naki: Ez bi nirxên xwe heme

31-01-2018
RÛDAW
Nîşan Deniz Naki Amedspor Futbolîst PFDK
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Futbolîstê Amedsporê Deniz Naki ku ji aliyê Lijneya Disîplînê ya Futbola Profesyonel a Tirkiyê (PFDK) ve di derbarê wî de biryara dûrxistina ji futbolê hate dayîn, bertek li biryara PFDKê nîşan da.

 

Deniz Naki li ser biryara Lijneya Disîplînê ya Futbola Profesyonel a Tirkiyê îro daxuyaniyek belav kir.

 

Naki di daxuyaniya xwe de bal kişande ser wê yekê ku dema di Amedsporê de dilîst, rojeva siyasî ya Tirkiyê paşguh nekiriye û ji ber vê yekê gelek caran rastî êriş û cezayan hatiye û destnîşan kiriye ku li Almanyayê ji ber êrişeke çekdarî ji mirinê filitiye.

 

Deniz Naki diyar dike ku beriya ku li Amedsporê bilîze jî jiyaneke wî ya li ser bingeha azadî, aştî û welatperweriyê hebûye û dibêje: “Ez bi nirxên ku ez pê re girêdayî me heme. Roja ku ez ji wan nirxên xwe destê xwe bikşînim, ev dê were wê wateyê ku ez tine bûme.”

 

Naki aşkere kir ku ji ber vê helwêsta xwe li qadên futbolê rastî êrişan hatiye û tekezî li ser wê yekê kir ku li ku dera cîhanê dibe bila bibe, dê li dijî zilm û neheqiyê dengê xwe bilind bike.

 

Deniz Naki destnîşan kir ku hewlêsta li dijî wî ji aliyê Federasyona Futbolê ya Tirkiyê ve hatiye meşandin û got: “Cezaya herî mezin a dîrokê ji min re hate dayîn û ev nîşaneya wê yekê ye ku federasyon çi qas siyasî, pêşdaraz û alîgir e. Ez gelek baş dizanim ku biryar siyasî ye. Di sîstemeke futbolê ya bi vî rengî qirêjkirî de birastî ez naxwazim hebim. Ji vî alî ve vê biryarê ez kêfxweş kirim. Ez dixwazim baş were zanîn ku ceza û dorpêçên bi vî rengî, nikarin min ji aştî, azadî û welatperweriyê dûr bixin. Ez ti car ji kiryarên xwe ne poşman im, hişê min li ser tiştên ku min nekirine ye…”

 

Naki diyar kiriye ku ji ber van pêvajoyên bi pirsgirêk, nikare vegere Amedspor û welatê xwe, lê ewê piştgiriya xwe ya madî û manewî ya ji bo Amedsporê bidomîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst