Li Amedê ciwanên ji ber sirûda Tirkiyeyê hatibûn desteserkirin hatin berdan

29-08-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Amedspor Sirûda Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 11 ciwanên ji ber sirûda neteweyî ya Tirkiyeyê hatibûn desteserkirin hatin berdan.

Roja yekşemê li Stadyûma Amedê tîmên Amedspor û Denîzlîsporê hatin hemberî hev û Amedspor 2-0 bi ser ket.

Berî ku lîstik dest pê bike sirûda neteweyî ya Tirkiyeyê hat xwendin.

Polîsan bi hinceta ku di dema xwendina sirûda neteweyî ya Tirkiyeyê de ranebûne ser xwe 11 alîgirên Amedsporê desteser kirin.

Polîsan ew 11 ciwanên Kurd birin Navenda Polîsan a Alîşanê.

Ciwan piştî ku şevekê li navenda polîsan hatin girtin, doh şandin Dadgeha Amedê.

Dadgehê 11 ciwan bi şertê kontrola edlî berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst