Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Nivîskarê navdar û dostê dêrîn ê kurd koça dawî kir

Ji aliyê RÛDAW 4-8-2017
Wêne: Dema wergirtina Madalya Barzanî
Wêne: Dema wergirtina Madalya Barzanî

Hewlêr (Rûdaw) –  Rojnamevan, lekoler û nivîskarê navdarê fransî Chris Kutschera di temenê 79 salî de koça dawî kir.

 

Chris Kutschera di sala 1938ê de li Fransayê ji dayik bibû. Yek ji lêkoler û nivîskarê navdar e ku bi taybetî li ser Rojhilata Navîn û kurdan xebat kiriye. Heta niha derbarê pirsa kurd de 5 pirtûk, bi dehan gotar, rapor û lêkolîn amade kirine.  

 

Chris Kutschera gelek caran serdana Başûrê Kurdistanê kiriye. Bi taybetî jî di qonaxên cuda yên şoreşa kurdî de li Kurdistanê pirtûkek yaybetî li ser “xewna kurdan a serxwebûnê” nivîsiye.

 

Wî di zanîngeha Sorbonne de xwendina xwe kiriye û di sala 1960'î de li Guatemalayê dest bi rojnamevaniyê kiriye.

 

Kutscera di rojnameyên weke Le Monde Diplamatique, Le Monde Coailys, The Middle East Magazine, El Wasat û El Mundo de derbarê jiyan û serhildana kurd û Kurdistanê de gelek gotar û nivîs nivîsandine.

 

Chris Kutschera û hevjîna wî xwediyê arşîveke mezin ên wêne û dîmenan in, ku piraniya wan jî yên qonaxên cuda û serkirde û kesayetên navdar ên kurd in. beşek ji wan wêne û vîdeyonên şoreşa kurdî ji aliyê Chris Kutschera ve hatine tomarkirin.

 

Kutschera nexwşiya Parkinson girtibû û ji ber vê beşek ji mejiyê wî felc bibû. Chris Kutschera roja 31ê Tîrmeha 2017ê koça dawî kir.

 

Beşek ji pirtûkên Chris Kutschera ev in:

 

Dîroka kurd di sedsalên 19 û 20 de

 

Pirtûka Reş a Saddam Hisên

 

Çîroka dîroka Kurdistanê

 

Tevgera Neteweyî ya kurd û hêviya serxwebûnê

 

Xewna Dîn a Serxwebûnê.

 

Kurdistan, rêberê edebyat

 

Geşta dûr û dirêj a kurdan, komkirina hevpeyvînên 40 salan li ser Kurdistanê

 

Di 25ê Nîsana sala 2013ê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, “Madalya Barzanî pêşkeşî Chris Kutschera û hevjîna wî kir.

 

 

 

Chris Kutschera-Hevjîna Kutschera-Ako Mihemed

 

 

 

 

 

2419 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.359 seconds