Asayişa Herêma Kurdistanê daxuyaniya Konsulxaneya Fransayê red kir

04-06-2023
RÛDAW
Nîşan Fransa Konsulxaneya Fransayê Hewlêr Asayişa Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Konsulxaneya Fransayê ya li Hewlêrê dibêje, rojnamevanekî Fransî û keçek ku hevkara wî bûye, li bajarê Silêmaniyê hatine desteserkirin û paşê serbest hatine berdan. Lê Asayişa Herêma Kurdistanê wê yekê red dike û dibêje, “Ew ji aliyê hêzên asayîşê ve bo Silêmaniyê hatin veguhestin û ji bo parastina canê wan ji herêmê hatin derxistin.”

Konsulxaneya Giştî ya Fransayê ya li Hewlêrê di daxuyaniyeke nivîskî de ku duh belav kiriye, dibêje rojnamevanekî Fransî û keçek ku hevkara wî bûye, li bajarê Silêmaniyê bê sedem hatine desteserkirin û paşê serbest hatine berdan.

Konsulxaneya Fransayê dibêje, bûyer pêr roja Înê 2ê Hezîrana 2023an çêbûye û vê bûyerê bi awayekî herî tund şermezar dike.

Di daxuyaniyê de tê gotin: Em nîgeran in li ser binpêkirina berdewam a azadiya rojnamevaniyê û mafên rojnamevanan li seranserê Herêma Kurdistanê. Ev bûyer jî mînakeke din a van binpêkirinan e.

Têkildarî bûyerê û daxuyaniya Konsulxaneya Fransayê, Asayişa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

Asayişa Herêma Kurdistanê dibêje, rojnamevanê Fransî ku navê wî Benoit Benjamin Josef e, di 2ê Hezîrana 2023an de ligel hevkara xwe ya werger serdana navçeya Gelale ya Mawetê kirine û ji bo parastina canê wan, ji aliyê hêzên Asayîşê ve hatine agahdarkirin ku ew navçe xeter e.

Di dauxyaniya Asayişê de herwiha tê gotin, rojnamevanê Fransî û hevkara wî “hêzên ewlehiyê bi rêzdarî ligel wan tevgeriyane û ji wan xwestine ku ji bo jiyana xwe ji herêmê derkevin, ji ber ku herêm di warê ewlehiyê de hesas e û di wê demê de jî dron li ser herêmê digeriyan.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst