Navenda Nûçeyan – Almanyayê îro dest bi vekişandina hêzên xwe yên leşkerî li Baregeha Esmaniya Încîrlîkê ya li parêzgeha Edenê ya Tirkiyê kir.
Kovara almanî ya Der Spiegel îro yekşembiyê di nûçeyekê de ragihand, ku hêzên ser bi Artêşa Almanyayê ji îro ve dest bi derketina ji Baregeha Esmaniya Încîrlîkê ya Tirkiyê kirin.
Biryar e di navbera du mehan de hemû hêzên leşkerî û firoke û wesayitên leşkerî yên Artêşa Almanyayê ji baregeha Încîrlîkê bihêne vekişandin û li binkeyeke leşkerî ya li welatê Urdinê werin bicihkirin.
Hêzên leşkerî yên Almanyayê û firokeyên şer ên wî welatî di çaçroveya hewlên Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞê yên bo têkoşîna li dijî rêxistina DAIŞê de, di sala 2015ê de li baregeha Încîrlîkê hatibûn bicihkirin.
Almanya yek ji welatên endam di Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞê de ye.
Di wan demên dawî de li ser çendîn mijaran nakokiyên tund di navbera Almanya û Tirkiyê de çê bûn.
Bi kûrtirbûna nakokiyan, Tirkiyê rê neda ku parlamenter û berpirsên almanî serdana hêzên leşkerî yên Almanya li baregeha Încîrlîkê bikin û her ji ber wê çendê jî Almanyayê biryara vekişandina yekcarî ya tevahiya hêzên xwe ji Tirkiyê da.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse