Piştî Sûriyeyiyan herî zêde welatiyên Tirkiyeyê koçî Almanyayê dikin

09-01-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Almanya Penaber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên BAMFê, sala 2023yan 62 hezar û 624 welatiyên Tirkiyeyê ji Almanyayê daxwaza penabertiyê kiriye.

Li gorî nûçeya rojnameya Welt am Sonntagê ya Almanyayê, piraniya wan koçberan Kurdên Bakurê Kurdistanê ne.

Daîreya Koçber û Penaberan a Almanyayê (BAMF), amarên koçber û penaberan ên sala 2023yan eşkere kirin.

Li gorî amarên BAMFê, sala 2023yan 351 hezar û 915 kesan ji bo penabertiyê serî li Almanyayê daye.

Bersiva 261 hezar û 601 serlêdanan hatiye dayîn û ji serdî 51,7an hatine qebûlkirin.

Herwiha serlêdana 62 hezar kesan hatiye redkirin û ya 65 hezar kesan jî bi hincetên cuda hatiye rawestandin.

Bi giştî di nav 6-8 mehan de bersiva serlêdanan hatiye dayîn û pêvajo hatiye temamkirin.

Di nav 261 hezar û 601 kesên ku bersiva serlêdana wan a penabertiyê hatiye dayîn 23 hezar kes zarok in ku li Almanyayê ji dayik bûne.

Herî zêde welatiyên Sûriye û Tirkiyeyê serlêdan kiriye

Sala 2023yan herî zêde welatiyên Sûriye, Tirkiye, Efxanistan, Îran, Îraq û Herêma Kurdistanê ji Almanyayê daxwaza penabertiyê kiriye.

Welatiyên Sûriyeyê bi 104 hezar û 561 serlêdanan di rêza yekem, welatiyên Tirkiyeyê bi 62 hezar û 624 serlêdanan di rêza duyem, welatiyên Efxanistanê bi 53 hezar û 582 serlêdanan di rêza sêyem de ne.

Herwih welatiyên Îraq û Herêma Kurdistanê bi 12 hezar û 360 serlêdanan di rêza çarem û welatiyên Îranê bi 10 hezar û 206 serlêdanan di rêza pêncem de ne.

Meha Kanûna Pêşîna 2023yan serlêdanên penabertiyê li Almanyayê li gorî heman meha sala par ji serdî 34,8 kêm bûne.

Meha Kanûna Pêşîn 24 hezar û 457 kesan serlêdana penabertiyê kiriye ku 6 hezar û 562 kes welatiyên Sûriyeyê ne û 5 hezar û 728 kes jî welatiyên Tirkiyeyê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst