Barcelona / Katalonya (Rûdaw) - Referanduma Başûrê Kurdistanê bi tenê heftiyeke berî referanduma serxwebûna herêma Katalonya ya li bakurê Îspaniya tê encamdan. Berpirsên siyasî yên Kataloniya jî piştgirî li serxwebûnxwazên Başûrê Kurdistanê dikin.
Bi hezaran xelkê Barcelona ya paytexta herêma Katalonyayê li meydaneke bajêr li hev civiyane û manîfesta encamdana referanduma serxwebûna herêma xwe radigihînin.
Berpirsên kampînên referanduma herêma Katalonya piştîvaniya xwe ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê radighînin û dibêjin, ne tawan e ku her gelek çarenivîsa xwe hilbijêre, û di welateke serbixwe de bijî.
Wezîrê Koç û Koçberan ê herêma Katalonya, Oriol Amaros di daxuyaniyeke li gel Rûdawê de piştgiriya xwe bo referanduma Herêma Kurdistanê tîne ziman. Di jûra wî de sê nexşeyên cîhanê hene û li ser du ji wan nexşeyan, nexşe û navê welatê Kurdistanê heye.
Ew ji wê yekê matmayî maye, ku hêj di sedsala 21ê de dîktator hene.
Oriol Amaros ji Rûdawê re dibêje: "Em piştevanên aştiyê û azadiyê ne. Em piştevaniya mafên xelkê dikin, ku bi aştiyane biryarê li çarenivîsa xwe bidin. Ez di vê baweriyê de me, ku em û Kurd wekehev in. Ewan mirovan çi kiriye? Bi Kurdî diaxivin? Ev çend guneh e? Ji dayik bibîû bi zimanê dayika xwe biaxivî? Ev pirsgirêk e? Çi cure dîktatorên şêtane di sedsala 21ê de li cîhanê hene."
Endama parlamentoya Katalonyayê, Sonia Siera jî ku ser bi partiya opozisyona wê herêmê ye, ji Rûdawê re behsa wê yekê dike, ku ew keyfxweş e ku Kurd dostên Katalonyayê ne, lê belê li hember referanduma Başûrê Kurdistanê rast û rewan helwesta xwe aşkere nake.
Sonia Sierra got: "Ez nikarim li ser tiştekî biaxivim, ku hêj neqewmiye, ew tişta ku tu behsê jê dikî di siyaseta navdewletî de ye û zehmet e bo min ku li ser bipeyvim. Ez keyfxweş im, ku Kurd dibêjin, em hevalên wan in."
Parlamenterekî berê yê Katalonyayê behsa rehendekê cuda yê referanduma Başûrê Kurdistanê dike.
Serkirdeyê Partiya Nûnerên Gel (Candidatura d'Unitat Popular anko CUP), ji Rûdawê re dibêje: "Referanduma Kurdistanê heftiyekî berî referanduma me tê encamdan, ev çend jî giring e ji bo me, ji ber ku di vê heftiyê de dibe ku em hêzên cuda yên navnetewî bînin, ku îtîrafê bi encama referanduma Kurdî bikin û dibe ku statuya dewleteke serbixwe bidin Kurdistanê û ev jî gelek di qazanca me de ye."
Xelkê Katalonya jî piştgiriya referanduma xelkê Kurdistanê bo serxwebûnê dikin.
Welatiyê katalonî, Alpes Conseptos dide xuyakirin: "Hemû piştgirî li hemû xelkê Katalonya û herêma Baskê dikin û temamiya wan xelkên ky heta niha daxwaza aştiyê dikin."
Kurd û Kurdistan li Katalonya û xelkê vê herêmê de naskirî ne û piraniya caran ew xwe weke destebira û hevxem û hevsozên hev dizanin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse