Amerîka: Herêma Kurdistaneke bihêz bo aramiya Iraqê pêwîst e

10-08-2018
RÛDAW
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkay, Heather Nauert.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkay, Heather Nauert.
Nîşan Amerîka Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkay Heather Nauert Herêma Kurdistanê Hewlêr Bexda Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, ku ji bo Iraqeke aram heta demeke dirêj û jinavbirina DAIŞê bi yekcarî, divê hikûmeteke Herêma Kurdistanê ya bihêz li Iraqê hebe û tekez kir, ew Hewlêr û Bexdayê jî teşwîq dikin, daku pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin.

 

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert, roja Pêncşemê di civîneke çapemeniyê de, li ser vekirina rêya sereke ya navbera Hewlêr û Kerkûkê de û herwiha danîna gumrikê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve li ser vê rêyê axivî û got, evna pirseke navxweyî ya Iraqê ye û divê Hewlêr û Bexda vê pirsê çareser bikin.

 

Nauert,  herwiha da zanîn, ku ew Hewlêr û Bexdayê pal didin daku pirsgirêkên di navbera wan de mane çareser bikin û got: "Bi baweriya me hikûmeteke bihêz a Haerêma Kurdistanê di nav Iraqeke yekgirtî û federalî de destpêkeke bo aramiyeke demdirêj li Iraqê."

 

Nauert got: Welatên din hene ku di dema derbasbûyî de ev yek kirine, di nav de welatê min ku berî çend salan dema ku tiştek ji vî curî çê bibû, ev kiribû. Ez weha dibînim ku ev pirseke mezin a navxweya Iraqê ya di navbera Iraq û Hewlêrê de ye, ji bo ku were çareserkirin, em wan han didin ku pirsgirêkên mayî çareser bikin.

 

Li ser pêwîstiya hikûmeteke bihêz a Herêma Kurdistanê jî, Nauert da xuyakirin: Em di wê baweriyê de ne, hikûmeteke bihêz a Herêma Kurdistanê di nav Iraqeke yekgirtî û federal de tiştekî seratayî ye, ji bo aramiya demdirêj li Iraqê û têkbirina DAIŞê bi temamî.

 

Nauert: Pêşketin bi vegera Brunson mimkun e

 

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha amaje bi hevdîtinên navbera şanda Tirkiyê û rayedarên hikûmeta Amerîkayê kir û ragihand, ku hevdîtinên çareserkirina krîza navbera Amerîka û Tirkiyê berdewam in û tekez kir: "Lê ji aliyê me ve ji bo pêşveçûnek çêbibe pîvan ew e ku Brunson vegere mala xwe."

 

Heather Nauert di civîna rojane ya çapemeniyê de, li ser hevdîtinên şanda Tirkiyê yên li Washingtonê bersiva rojnamevanan da. Nauert, da zanîn ku hevdîtinên di navbera herdu aliyan de berdewam in lê di heman demê de got, ji bo pêşketinek çêbibe pîvan ew e ku Brunson vegere mala xwe.

 

Hatibû îdîakirin, ku Amerîkayê heta roja Çarşembiya dem daye Tirkiyê, lê Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê vê mijarê de ti agahî nedan.

 

Şandeke 9 kesî ya Tirkiyê roja Çarşembê ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Sullivan civiya bûn. Heman çand ligel rayedarên Wezareta Darayî ya Amerîkayê jî hevdîtin kiribûn lê zanyarî nehatibûn belav kirin.

 

Tenê Amerîkayê ragihandibû ku di hevdîtinan de Keşe Andrew Brunson jî di nav de gelek mijar hatine gotûbêjkirin. Niha jî tê îdîakirin ku Amerîkayê ji bo azadkirina Brunson heta roja Çarşemba pêşiya me dem daye Tirkiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst