Rûsyayê hişyarî da: 'Dibe ku li Efrînê şerê Tirkiye, Sûriye û Kurdan germtir bibe'

11-11-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Serokê Navenda Lêkolînên Siyasî ya Rûsyayê Sergey Markov
Serokê Navenda Lêkolînên Siyasî ya Rûsyayê Sergey Markov
Nîşan Rojhilata Navîn Amerîka Îsraîl Kurd Tirkiye Sergey Markov
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Serokê Navenda Lêkolînên Siyasî ya Rûsyayê Sergey Markov li ser şerê li Rojhilata Navîn got, “Dibe ku li Efrînê şer di navbera Tirkiye, Sûriye û Kurdan de germtir bibe.”

Ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê yê 7ê Çiriya Pêşînê ve, li Rojhilata Navîn îtimala berfirehbûne şer her ku diçe zêdetir dibe.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku Amerîka û hevalbendên wê herêma Rojhilata Navîn dikşînin nav şerekî mezin.

Wezîrê Rûsyayê pê bawer e ku ev xeta Amerîka û Rojavayê; li Ukrayna, Îraq, Lîbya û Sûriyeyê bi temamî xwe dide der.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê jî di bersiva pirsa Rûdawê de mebesta daxuyaniya Lavrov û fikarên Moskowayê rave kirin.

“Zêdekirina hêzên Amerîkayê rewşa heyî ya li herêmê aloztir dike”

Mariya Zaxarova wiha pê de çû:

“Em her tim dibêjin, zêdekirina hêzên Amerîkî yên li herêma Rojhilatê Deryaya Naverast, herwiha daxuyaniyên şerxwaz û yên provokatîv, rewşa heyî ya li herêmê aloztir dikin.

Ji bo tundtirbûna çalakiyên terorîstî dibin rîsk û dibin sedema berfirehbûna erdnigariya pevçûnan.

Di vê pevçûnê de rê li ber beşdarbûna nakokiyên din ên potensiyel û nakokiyên heyî yên li herêmê jî vedike.”

Analîst  diyar dikin, veguhestina hejmareke mezin ji leşker, çek û hêza hewayî ya Amerîkî bo herêmê, niyeta Washingtonê piştrast dike.

“Dibe ku li Efrînê şer di navbera Tirkiye, Sûriye û Kurdan de germtir bibe”

Serokê Navenda Lêkolînên Siyasî ya Rûsyayê Sergey Markov got, “Dûr nîne ku Îraq beşdarî vî şerî bibe, wekî beşeke hevpeymaniya mezin a Şîeyan ku Îran di navenda wê de cih digire.

Ew êrişên ku li baregehên Amerîkî tên kirin, yên wekî tolhildana komkujiya li Xezeyê, dê her ku biçe zêdetir bibin.

Êrişên hanê dikarin bipekin nav hêzên Kurdan. Ji xeynî wê, li Îdlibê û li Efrînê dibe ku şer di navbeyna hêzên Tirk, Sûriyeyî û Kurdan de germtir bibe.”

Hişyariya Moskowê ya gengaziya şerê mezin li Rojhilata Navîn di wê demê de ye ku bargehên Amerîkî li Îraq, Başûr û Rojavayê Kurdistanê her roj dibin armanca êrişan.

Jixwe Moskow îdia dike ku êrişên hanê ji aliyê Dewletên Yekbûyî bi xwe ve tên provokekirin, da ku dewletên herêmê bikişînin nav pevçûnan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst