Bruksel (Rûdaw) – Civîna Barzanî li gel Fraksyonên Parlamentoya Ewropayê dest pê kir. Niha Barzanî û şanda Kurdistanê bi Partiya Gel a Ewropayê re di civînê de ne.
Peyamnêra Rûdawê li Brukselê Ala Şalî ragihand, berî kêlîkekê civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel Fraksyona Partiya Gel a Ewropayê (EVP) dest pê kir.
Di civînê de, şanda pilebilind a Başûrê Kurdistanê ku nûnerên hemû kêmnetew û pêkhateyên Başûrê Kurdistanê jî tê de ne, amade bûn.
Piştî wê civînê re jî, Barzanî û şanda pê re bi Cîgirê Serokê Parlamentoya Ewropayê re jî civiyan.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî herwiha îro bi çendîn wezîr û berpirsên hikûmeta Belcîkayê re jî civiya.
Barzanî her îro bi Serokê Herêma Flanders a Belcîkayê re jî hevdîtin pêk anî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse