Birîtanyayê helwesta xwe derbarê referandûma Kurdistanê de diyar kir

13-06-2017
RÛDAW
Nîşan Referandûma Kurdistanê Giştpirsî Serxwebûn Birîtanya
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Wezîrê  Karên Derve yê Birîtaniyayê Boris Johnson, helwêsta welatê xwe li hember encamdana  giştpirsiya bo serxwebûna Kurdistanê eşkere kir û dibêje , divê her gava bo serxwebûnê bê avêtin bi rêkeftin ligel Bexdayê be.


Wezîrê  Karên Derve yê Birîtaniyayê Boris Johnson ew  vê yekê fêm dikin ku giştpirsî bo serxwebûnê, hêviya xelkê Kurdistanê ye, lê  birêveçûna wê giştpirsiyê di vê demê de, dibe sedema dûr ketinê ji armancên din  ku ji wan jinavbirina  DAIŞê û vegerandina aramiya wan navçeyane ku hatine rizgarkirin.


Boris Johnson di vê baweriyê daye , ku her giştpirsiyek û gaveke siyasî  berev serxwebûnê  divê bi rêkeftin ligel  hikûmeta Iraqê be û dibêje , bi bê hevdengî kirina bi Bexdayê re di berjewendiya  xelkê Iraqê û aramiyaIîraqê de nine.


Johsin herwiha daxwazê ji aliyên siyasî dike, bi rêya diyalogê  pirsên xwe çareser bikin û pişta xwe bi destûrê ve girê bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst