Rêberê Durziyan: Em ji bo parastina rûmet û aştiyê serxwebûnê dixwazin

45 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Şêx Hîkmet Hecerî Durzî Sûriye Serxwebûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ruhanî yê Durziyan Şêx Hîkmet Hecerî bi boneya sersala nû gotarek pêşkêş kir û ragihand ku wan ji bo parastina rûmet û aştiyê daxwaza serxwebûna xwe kiriye.

Şêx Hecerî di peyama helwestên girîng nîşan dan.

"Me daxwaza serxwebûnê kir"

Şêx Hecerî diyar kir ku wan êrişên komkujiyê têk birine û got:

"Ji bo parastina rûmet û aştiyê, li gorî yasayên navneteweyî û mafê çarenivîsê, me daxwaza serxwebûna xwe kir."

Piştgiriya ji bo Kurdan

Rêberê Durziyan beşeke axaftina xwe taybet ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê veqetand û wiha axivî:

"Em piştevaniya xwe ya tam ji bo mafên birayên xwe yên Kurd tînin ziman.

Em destxweşiyê li birayên xwe yên li peravên Sûriyeyê dikin ji ber hişyarî û redkirina zilmê."

Rexne li hikûmeta demkî

Hecerî bal kişand ser rûxîna rejîma Esed û hikûmeta nû ya veguhêz û got:

"Salek berê zordar (Beşar Esed) reviya û rejîma wî ya lewaz rûxiya.

Li şûna wî pergaleke komên siyasî hat ku bi komên tekfîrî, paşmayên DAIŞê û biyaniyan re tevlihev bûye."

Şêx Hecerî destnîşan kir ku wan ti cudahî di navbera rejîma berê û komên nû de nedîtiye û wiha pê de çû:

"Di vê qonaxa veguhêz de, me ti cudahî di navbera karesatên rejîma zordar û karesatên komkujiya komên nû de nedît, tenê di nav û şêweyê de nebe."

"Karesata Tîrmeha Reş"

Rêberê Durziyan anî zimên ku her gava wan daxwaza mafên Sûriyeyiyan kiriye, kîn û nefreta li hemberî wan zêde bûye û got:

"Karesata 'Tîrmeha Reş' bi serê me de anîn; komkujî kirin, mal şewitandin, milkên sivîlan talan kirin û destdirêjî li namûs û kevneşopiyan kirin."

Wî diyar kir ku hîn jî bi hincetên ewlehiyê rê li ber vegera wan a gundên wan tê girtin.

"Em dorpêçkirî ne"

Şêx Hîkmet Hecerî da zanîn ku ew paşve gavê navêjin û wiha got:

"Ez daxwazê ji hemûyan dikim ku yekdeng bin. Birîna me hîn kûr e, zarokên me hatine revandin û winda ne, topbaran berdewam e û em ji hemû aliyan ve hatine dorpêçkirin."

Hişyariya li dijî gendeliyê

Hecerî hişyarî da ku divê kes bazirganiyê bi mafên wan neke û got:

"Kî alîkarî û qûta xelkê bidize, yan bertîlê bixwe yan jî dest deyne ser milkên giştî û taybet, ti cudahiya wî ji terorîstan nîne."

Elewî û Xirîstiyan

Şêx Hecerî behsa rewşa pêkhateyan jî kir û got:

"Em sorikirina mezhebî û komkujiya kêmîneyan şermezar dikin. Tiştê ku li Hums û kinarên deryayê li hemberî birayên me yên Elewî û Mesîhî tê kirin, tenê wêraniyê ji herêmê re tîne."

Peyama ji bo Îsraîlê

Rêberê Durziyan di dawiya axaftina xwe de spasiya welatên ku qedrê hewlên wan digirin kir û got:

"Silav ji bo dewleta Îsraîlê, hikûmet û gelê wê û hemû wan dewletên zilhêz ku qedrê hewlên me digirin.

Em dê ji bo her kesê ku alîkariya me bike wefadar bin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst