Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Katalonya û Başûrê Kurdistanê li ser heman rêyê ne

Ji aliyê RÛDAW 14-6-2017
Ala Katalonyayê û Ala Kurdistanê
Ala Katalonyayê û Ala Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Hikûmeta Herêma Katalonyayê ragihand, ku herêma wan di 1ê Cotmehê de ji bo ku ji Îspanyayê veqete dê referandumê pêk bîne. Hikûmeta Îspanyayê jî rexne li biryarê digre û dibêje, ku ew dê rê nedin referandum were pêkanîn.

 

Serokê Herêma Katalonyayê Carles Puigdemont dema ku biryara rederandumê radigihand got, roja referandumê dengder dê bersiva vê pirsê bidin; Gelo Katalonya dixwaze bi awayê komarî bibe welatekî serbixwe?

 

Carles Puigdemont rexne li hikûmeta Îspanyayê girt û diyar kir, Îspanya ji bilî referandumê ti proje li ber Katalonyayê nehiştiye û got: “Ew (Hikûmeta Îspayayê) gazî me dikin û ji me dipirsin ku Katalonya çi dixwaze. Em hemû pêşniyarên xwe datînin ber destên wan, lê ew pêşniyarên me red dikin.”

 

Sê sal beriya niha Hikûmeta Katalonyayê referandumeke sembolîk pêk anî û ji sedî 80ê beşdaran, xwestin ji Îspanyayê veqetin. Di wê referandumê de 4.5 milyon katalonî, xwedî mafê dengdanê bûn, lê tenê 3.2 milyon kesan dengê xwe bi kar anîn.

 

Di wê referandumê de jî, Îspanya ev pêngav weke neyasayî bi nav kir. Lê Serokê wê demê yê Katalonyayê Artur Mas bi hevkariya 40 hezar xwebexş, referandum pêk anî.

 

Hikûmeta Katalonyayê aşkere kir, ku vê carê referandum dê fermî bibe û encama referandumê çi bibe, dê were pêkanîn.

 

Her çend di van salên bihûrî de bereya cudaxwaziyê pêgeha xwe bihêz kiribe jî, li gor rapirsan dibe ku hejmara dengên cudabûnê û mayîna bi Îspanyayê re nêzîkî hev bin.

 

Li gor anketeke ku hikûmeta Katalonyayê daye çêkirin, ji sedî 48.5 naxwazin cuda bibin û ji sedî 44.3 jî serxwebûnê dixwazin.

 

Heman navenda anketê, sê meh berê jî anketek amadekiriye û di wê anketê de jî ji sedî 46.8 nexwestine cuda bibin û ji sedî 45.3 jî xwestine bibin serbixwe.

 

Helwesta partiyên Îspanyayê

Hemû serokên partiyên Îspanyayê li dijî cihêbûna Katalonyayê ne. Lê di derbarê pêwendiyên di navbera hikûmeta navendî û Herêma Katalonyayê de û heta di debarê referandumê de jî nêrînên wan ciyawaz e.

 

Bereya cudaxwaziya Katalonyayê çi dibêje?

 

Bereya cudaxwaziya Katalonyayê, ne bereyek yekrêz e û li ser pêngava referandumê nêrînên wan ên cuda hene.

 

Partiya ku niha li Katalonyayê li desthilatdariyê de ye, di hilbijartinan de bi pakêta pêkanîna referanduma serxwebûna Katalonyayê bû desthilat. Lê di nava wê partiyê de jî li ser çawaniya pêkanîna referandumê nêrînên cuda hene.

 

Beşek ji endamên wê partiyê dibêjin, divê referandum bi rizamendiya hikûmeta navendî were pêkanîn. Lê beşek jî dibêjin Katalonya dikare bi tena serê xwe referandumê birêve bibe.

 

Li gor Partiya Çep a Komarî û Partiya Yekîtiya Gel, eger Hikûmeta Îspanyayê rê nede referandum were kirin, pêwîst e Katalonya bi xwe pêngavan biavêje. Beşek ji endamên wan her du partiyan, wisa difikirin ku eger Madrîd rêgirtina referandumê bidomîne, Hikûmeta Herêma Katalonyayê divê bi tena serê xwe, serxwebûnê ragihîne.

 

Kartên li ber destê Madrîdê

 

Li ber destê Hikûmeta Îspanyayê, çendîn bijare hene ku pêşiya referandumê bigre.

 

Yek ji wan rêyan ew e ku, desthilatdariya Dadgeha Destûra Îspayayê heye ku li hember referandumê razî nebe û bi vî awayî encama referandumê jî, ne rewa be.

 

Hikûmeta Îspanyayê dikare bi alîkariya madeya 155 a Destûra Îspanyayê, otonomiya herêmê ji destê wan bistîne.

 

Hikûmeta Îspanyayê gef li rayedarê Katalonyayê xwaribû ku kî ji bo serxwebûnê gav biavêje, dê bi lêpirsîna yasayî rû bi rû bimîne û dibe ku ji peywira xwe were dûrxistin û were desteserkirin yan jî cezaya darayî lê were dayîn.

 

Ji bilî vê Hikûmeta Îspanyayê ji aliyê Yekîtiya Ewropayê jî piştgirî girtiye, ku eger Katalonya ji Îspanyayê veqete, nikare rasterast bibe endamê Yekîtiya Ewropayê. Ev jî ji bo aboriya Katalonyayê giring e. Çimku piraniya hinardeya Katalonyayê ber bi Îspanya û welatên din ên Yekîtiya Ewropayê ye. Cudabûna Katalonyayê wê yekê derdixe holê ku ji wan her du bazaran bêpar bimîne.


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.953 seconds