Fransa li ser referanduma Kurdistanê daxuyanî da

18-09-2017
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Serxwebûn Referandum Fransa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Fransayê ragihand, niha ne dema referanduma Herêma Kurdistanê ye û daxwaz ji Kurdistan û Iraqê jî kir, ku gotûbûj û danûstandinê bikin.

 

Jean-Yves Le Drian ku bo beşdarbûn di civîna Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî serdana Newy Yorkê kiriye, di konfranseke rojnamevanî de li ser mijara referanduma Başûrê Kurdistanê jî axivî.

 

Le Drian ragihand, niha ne dema encamdana referanduma Herêma Kurdistanê ye û banga diyalog û danûstandinan li Hewlêr û Bexdayê kir.

 

Wezîrê Derve yê Fransayê daxwaz ji Hewlêr û Bexdayê kir, ku nakokiyên xwe bi rêya diyalog û gotûbêjê çareser bikin.

 

Daxuyaniya Jean-Yves Le Drian di demekê de ye, ku biryar e di 25ê vê mehê (Îlon) de, ku heft roj mane, referanduma serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê were encamdan û xelkê Başûrê Kurdistanê bi rêya sindogên dengdanê biryarê li çaresernivîsa xwe bikin.

 

Iraq, Tirkiye, Îran li dijî encamdana referanduma serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê ne û daxwaza paşxistin yan betalkirina referandumê dikin. Herwiha di asta navdewletî de, Amerîka, Brîtanya û çend welatên din jî têbînî li ser dema encamdana referandumê hene û daxwaza paşxistina referandumê dikin û dibêjin, niha ne dema referandumê ye.

 

Tevî wan nerazîbûn û dijatiyan, serkirdatiya siyasî ya Herêma Kurdistanê li ser sazkirina referandumê di roja 25ê Îlonê de rijd e û li hember paşxistina referandumê, daxwaza alternatîveke bihêz dike, ku bi vê alternatîvê mafê çarenivîsê yê gelê Başûrê Kurdistanê ji aliyê civaka navdewletî ve were garantîkirin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî di daxuyaniyênx we yên herî dawî de tekezî li ser berdewambûna proseya referandumê û encamdana wê di 25ê Îlonê de kir.

 

Nûnerên Amerîka, Brîtanya û Netewên Yekbûyî jî roja 16ê vê mehê li Duhokê bi Mesûd Barzanî re civiyabûn û alternatîva referandumê pêşkêşî Barzanî kiribûn.

 

Mesûd Barzanî pêştir daxwaza alternatîveke bihêz li şûna referandumê bo gihîştina gelê Herêma Kurdistanê bi mafê diyarkirina çarenivîsa xwe kiribû, lê di daxuyaniya xwe ya dawî de li karnavala piştgiriya bo referandumê ya li Duhokê ragihand, ku êdî dema pêşkêşkirina alternatîvê derbas bûye û gelê Herêma Kurdistanê dê di 25ê Îlonê de herin ser sindoqên dengdanê.

 

Herwiha Encumena Bilinda Referandumê duh piştî civîna xwe ya li bajarokê Pîrmamê yê ser bi Hewlêrê ve di daxuyaniyekê de alternatîva niha ya bi piştgiriya Amerîkayê red kir û da xuyakirin: “Ji ber ku ew pêşniyarên ku heta niha hatine pêşkêşkirin, ew garantiyên pêwîst têde nînin ku cihê razîbûn û baweriya gelê me be, ji ber wê proseya referandumê dê berdewam be.”

 

Encumena Bilinda Referandumê herwiha tekez kir: “Di heman demê de jî, ji bo dabînkirina mafê biryardana çarenivîsa gelê me, bi rih û moralekî sazîner û berpirsyarane, dê dirêjî bi proseya gotûbêj û diyalogê li gel hemû aliyên pêwendîdarên civaka navdewletî were dan.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst