Netewên Yekbûyî li ser Efrînê helwest nîşan da

19-01-2018
RÛDAW
Nîşan Netewên Yekbûyî Antonio Guterres Efrîn Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  - Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres derbarê êrişa Tirkiyê bo ser Efrînê de helwest nîşan da û ragihand, ew ji vê êrişê “dilgiran û bi fikar in.”

 

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî  li ser vê mijarê di bersiva rojnamevanan de da xuyakirin, ev operasyon “dê bibe sedema can ji dest dana welatiyên sivîl” û tekez kir, “her cure pêşhatek me dilgiran dike.”

 

Guterres got: “Ez ji her rewşekê dilgiran im ku têde xelk canê xwe ji dest bidin.”

 

Di wan 10 rojên dawî de Tirkiye hêzeke zêdetir li ser sînorê xwe yê bi herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê re bicih kiriye û herwiha topbarana bi top û hawinan a bo ser wê herêmê berfirehtir kiriye.

 

Li aliyekê din her îro Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Nurettin Canikli ragihandiye, ku wan bi awayekê praktîkî bi êrişên topxaneyî dest bi operasyona Efrînê kiriye, lê belê tekez kir, ku hêzên wan hêj neçûne nav sînorê Sûriyê.

 

Ew helwesta nû ya Tirkiyê li hember Efrînê piştî wê yekê hat, ku Amerîkayê ragihand dê hêzeke 30 hezar kesî ya ser bi şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve pêk bîne, ku erkê wê dê bi taybet parastina sînorên di bin kontrola HSDê de be.

 

Tirkiye bi wê pêngava Waşingtonê dilgiran bûye û dibêje, ew pêngav metirsiyek mezin bo ser ewlehiya netewî ya wî welatî çê dike û ji ber wê jî ew li hember wê yekê bêdeng nabin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst