Parlamentera DEM Partiyê: Zeftkirina ked û darzeytûnên gelê Efrînê helal e?

16-12-2023
RÛDAW
Nîşan Efrîn Darzeytûn Zeyta Zeytûnan Zeytûn Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ragihand ku rêjeya hinartina zeyta zeytûnan a Tirkiyeyê bi zêdebûna ji sedî 240 rekor tomar kiriye.

Parlamentera Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Gulderen Varliyê got:

“Çi sûda zeyta Efrînê di vê rekorê de çêbûye ku zêdetirî 20 milyon darzeytûn lê hene? Zeftkirina ked û darên gelê Efrînê helal e?”

Parlamentera DEM Partiyê Gulderen Varliyê doh di budceya Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê ya ji bo sala 2024an de li ser rewşa Efrîna Rojavayê Kurdistanê axivî.

Gulderen Varliyê bal kişand ser anîna zeytûnên Efrînê û hinartina wan li ser navê Tirkiyeyê ji bo welatên derve.

Varliyê amaje bi wê yekê da ku îsal li welatên berhemhênerên zeyta zeytûnan berhem gelekî kêm in lê li gorî amarên fermî îsal rêjeya hinartina zeyta zeytûnan a Tirkiyeyê bi zêdebûna ji sedî 240 rekor tomar kiriye û got:

“Ez dipirsim di demekê de ku îsal berhema zeytûnan kêm bûye ev rekor çawa hatiye tomarkirin.”

Gulderen Varliyê sedeme zêdebûna hinardeya zeyta zeytûnan a Tirkiyeyê bi anîna zeytûn û darzeytûnên Efrînê ve girê da û wiha pê de çû:

Çi sûda zeyta Efrînê di vê rekorê de çêbûye ku zêdetirî 20 milyon darzeytûn lê hene?”

“We çi bi darên zeytûnên Efrînê kiriye?”

Parlamentera DEM Partiyê Gulderen Varli wiha axivî:

“Parlamenterên rêzdar saziyeke girêdayî vê wezaretê heye. Navê wê Saziya Helal e.

Ev sazî sertîfîkayên helal dide dezgehên xwemalî û biyanî û bi îdiaya ku dê daheteke mezin bînin nav welat dest bi kar kiriye.

Em meraq dikin helal çi ye û heram çi ye?

Li gorî kê helal û li gorî kê heram? Ev ne krîterên rast in. Ew  berhemên ku dest bi ser wan de hatiye girtin û berhemên kesên din ne helal in.

Em hemû vê dizanin. Em ji vê sazî û wezareta ku hebûna xwe li ser helaliyê daniye dipirsin, we çi li wan zeytûn, zeyt û darzeytûnên Efrînê yên ku we ji koka wan derxistibûn û anîbûn kirin?

Zeftkirina ked û darên gelê Efrînê helal e? Binêrin ew talana ku li Efrînê tê kirin di rojeva welatên din de ye jî.

Mijara anîna zeytûnan ji Efrînê li Tirkiyeyê bikaranîn û firotina wan ji bo welatên Yekîtiya Ewropayê li Parlamentoya Swîsreyê jî hatiye nîqaşkirin.

Ev bazirganî helal e? Birêz wezîr bersiveke we ji bo vê yekê heye?"

Li aliyê din Wezareta Bazirganiyê ragihand di navbera Çiriya Paşîna 2022yan û Tîrmeha 2023yan de pêdiviya zeyta Tirkiyeyê li gorî heman serdema berî wê bi rêjeya ji sedî 240 zêde bûye û gihiştiye 136 hezar û 500 tonî.

Di demekê de ku ji ber guherîna avhewayê, germahiya zêde û hişkesaliyê li welatên berhemhênerên zeyta zeytûnan ên wekî Spanya, Yunanistan, Portekîz û Tûnisê kêmbûn heye.

Li Tirkiyeyê berovajî vê yekê berhemanîna zeytê 2 qat zêde bûye.

Hinartina zeyta zeytûnan bi zêdebûna ji sedî 240 rekor tomar kiriye.

Ez ji vê derê dipirsim di demekê de ku îsal berhema zeytûnan kêm bûye ev rekor çawa hatiye tomarkirin.

Çi sûda zeyta Efrînê di vê rekorê de çêbûye ku zêdetirî 20 milyon dar zeytûn lê hene?”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst