Amerîka: Em nabin alîgirê Bexda yan Hewlêrê

26-09-2017
RÛDAW
Nîşan Amerîka Kurdistan Referandum Serxwebûn
A+ A-

Waşington (Rûdaw) – Amerîkayê ragihand, ku ew di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de nabin alîgir.

 

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert îro sêşemiyê di konfranseke rojnamevanî de ragihand, ku ew dê li ser gotûbêjkirina li gel Bexda û Hewlêrê berdewam bin û di navbera wan de jî nabin alîgir.

 

Di bersiva pirsyareke Rûdawê de jî Heather Nauert diyar kir, weke ku pêştir jî wna gotiye ew nîgeran in ji biryara referanduma Herêma Kurdistanê û ew tekez dikin, ku ew dixwazin fokusa wan li ser şerê li dijî DAIŞê be, daku careke din ew rêxistin nekare êrişî xelkê Iraqê bike.

 

Derbarê alîgiriya Waşingtonê bo Bexdayê de jî, Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê got: “Em vê bi alîgirî nabînin, em piştgirî li iraqeke yekgirtî û demokrat dikin.”

 

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê egera êrişa ser Herêma Kurdistanê de ji aliyê Bexda û welatên cîran ve Heather Nauert tekez kir, ku Amerîka asayiş û aramiyê ji xelkê Iraqê re dixwaze û li dijî hemû cure tundûtîjiyekê ye.

 

Roja 25ê Îlona 2015ê Wezareta Derve ya Amerîkayê daxuyaniyek derbarê encamdana referanduma serxwebûnê li Herêma Kurdistanê belav kir û têde ragihand, Waşington dê li ser pêwendiya xwe ya dîrokî li gel Herêma Kurdistanê berdewam be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst