Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Wezîrê Derve yê Amerîka: Em referanduma Kurdistanê nas nakin!

Ji aliyê Rûdaw 29-9-2017
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku ew referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê nas nakin.

 

Rex Tillerson got: “Em referanduma Hikûmeta Herêma Kurdistanê nas nakin.”

 

Di vê daxuyaniyekê de Rex Tillerson dibêje: “Divê hemû welatên cîranê Iraqê xwe ji bikarbirina hêzê dûr bigirin.”

 

Tillerson herwiha gotiye: “Em piştgirî li iraqeke yekgirtî, federal, demokrat û geşekirî dikin, hemû aliyan jî han didin ku biçin nava gotûbêjan.”

 

Beyannameya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson a derbarê referanduma Herêma Kurdistanê de bi vî awayî ye:

 

“Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê îtîrafê bi referanduma yekalî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nake, ku duşemiyê birêve çû.

 

Dengdan û encamên wê rewatiya wan nîne û em berdewam dibin li ser piştevanîkirina iraqeke yekgirtî, federal, demokrat û geşekirî.

 

Em nîgeranin derbarê egera encamên neyînî yên vê pêngava yekalî. Berî dengdanê, me kar li gel her du aliyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî li Bexdayê kir bo geryan li dû çarçoveyeke berhemdartir bo xurtkirina îstiqrarê û geşekirina bo gelê Herêma Kurdistanê. Ev xwastek, nabe ku bi temamî werin pêşxistin bi rêya rêkarên yekalî (yên) weke vê referandumê.

 

Em daxwaza aramiyê û dawî anîna bi tohmetbarkirinên devkî û gefên kirdarî yên bermaberî hev dikin. Em daxwaz ji desthilatdariya Kurdî ya Iraqê dikin ku rêzê li rola destûra hikûmeta Iraqê bigirin û em daxwaz dikin li hikûmeta Iraqê bi redkirina gefan an heta amajekirin bi egera bikarbirina hêzê. Wîlayetên Yekgirtî daxwaz li hemû aliyan dike, di nava wan de jî cîranên Iraqê, bo redkirina kirdarên yekalî û bikaribirina hêzê.

 

Şerê li dijî DAIŞê temam nebûye û grûpên tundrew dixwazin bi xirabî mifayê ji neseqamgîrî û ciyawaziyan werbigirin. Em daxwaz ji hevbeşên xwe yên iraqî dikin, da ku fokusa wan li ser têkşikandina DAIŞê bimîne.

 

Em hemû aliyan han didin, bo beşdarbûna bi şêweyeke sazîner di diyalogê de bo başkirina paşeroja hemû iraqiyan.”

 

Şîrove

 
lawenzaxo | 30-9-2017
Kurdeno
2138 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| 19 demjimêr berê | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| 21 demjimêr berê | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.625 seconds