Kobanê (Rûdaw) - Girtiyên kurd ên ji aliyê Cebhet el-Nusra û Dewleta Îslamî li Şam û Iraqê ve li bajarê Cerablusê hatibûn girtin, radigihînin ku rastî îşkencekirinê hatine.
Piştî ew girtî hatin berdan, ji tirsa zilm û zordariya herdu grûpên radîkal, newêrin ji medyayê re biaxivin.
Rûdawê têkilî bi gelek ji wan girtiyên azadkirî kir re danî, lê tenê girtiyek amade bû ji kamereya Rûdawê re baxive û behsa rewşa girtina xwe bike.
Girtiyê kurd ê rastî îşkenceyê hatî Omer Hiso wiha dibêje: “Heta saet 12.00an îşkence li min kirin. Nehiştin ez tenê avekê vexwim. Kêr xistin qirika min û gotin, emê te serjê bikin.”
Cih û nîşanên îşkenceyê li ser laşê Omer diyar in û nikare bimeşe.
Li gor agehdariyên girtiya hê jî derdorê 50 kurd li Cerablusê girtîne û di destê Cebhet el-Nusra de ne.


