

Nivîsên Ji aliyê Roj Elî Zale ve hatine parve kirin
<p style="text-align: justify;">Peyamnêrê Rûdawê ye li Ofîsa Waşingtonê. Ji sala 2018an ve li Tora Medyayî ya Rûdawê kar dike. Di demeke kurt de, karên meydanî yên berçav encam dane.</p>
Roj Zale, bo cara yekê di Tora Medyayî ya Rûdawê de dest bi karê televîzyonî û radyoyî kiriye. Di dema karkirinê de, rûmala çendîn pirsên giring ên cîhanî kiriye. Bi çavkaniyên zanyarî û nûçeyan, beşek ji kêşeyên herî giring ên cîhanê bi bîner, guhdarvan û xwandevanên Kurd daye nasandin.
Karê wî yê yekem bi rûmalkirina rev û êşên koçberên misilman ên Burmayê dest pê kir. Ew yekemîn peyamnêrê dezgeheke medyayî ya Kurdistanê bû û yek ji wan çend peyamnêrên dezgeheke medyayî ya Rojhilata Navîn bû, ku rûmala wê karesata mirovî kir. Ew rûmal bi her çar zimanên Kurdî, Erebî, Tirkî û Îngilîzî di Rûdawê de deng veda.
Tekane rojnamevanê dezgeheke medyayî ya Kurdistanê ye, ku bi rêya Wezareta Berevaniya Amerîkayê serdana girtîgeha Guantanamo kiriye û di çend rûniştinên dadgehîkirina tohmetbaran de amade bûye. Çend VTyên medyayî û dokumêntarî di derbarê wê girtîgehê û girava Guantanamo de amade kirine. Girtiyên herî metirsîdar ên rêxistina el Qaîdeyê li wê giravê di girtîgehê de ne.
Rûmala civîna navbera Serokê Amerîkayê, Donald Turmp û Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un li Viyentnamê û civîna G20 li Arjantînê kiriye.
Agirpêketin û şewata daristanên Amazonê li Brazîlê, wek karesateke mezin a jîngehê, bi milyonan kes ji xelkê cîhanê xembar kir, bo wan daristanan û wan mirov, candar û balindeyên ku li wan daristanan dijîn, ku %20 ji oksîcejna cîhanê li wan daristanan berhem tê. Roj Zale ji Amerîkayê ve berê xwe da Amazonê, daku wê karesatê veguhêze ser ekrana Rûdawê û bigihîne bîner, guhdarvan û xwandevanên Tora Medyayî ya Rûdawê.
Rûdaw û Roj Zale di hemû wan rûmalan de yekem bûn, wek rojnamevan û dezgehekî medyayî ya Kurdistanê û Rojhilata Navîn, ku wan bûyeran bi awayekî zindî li cihê bûyeran veguhêzin.
Roj Zale li Waşingtonê, raportan li ser siyaseta derve ya Amerîkayê û biryarên Waşingtonê yên di derbarê Rojhilata Navîn û pirsên giring ên cîhanî de amade dike. Di bernameyeke radyoyî ya heftane de (Bi dema Waşingtonê) li gel şarezayên siyasetê, biryar û siyasetên Koşka Spî şîrove dike.
Roj Zale sala 1984an li bajarê Kerkûkê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya bilind li Zanîngeha Kurdistanê ya li Hewlêrê qedandiye û di Zanistên Siyasî de bawernameya Bakaloriyusê wergirtiye. Di dema xwendinê de li Başûrê Kurdistanê ji bo çend rojname û kovaran kar kiriye. Bo dema şeş salan di Saziya Çavdêriya Medyayî ya Rojhilata Navîn (Middle East Media Watch) de çavdêr û şîrovekarê medyaya nivîskî ya Kurdî (Kurmanciya Jêrîn û Jorîn) bûye.
Di sala 2010an de çûye Amerîkayê û li Zanîngeha Brandeis bawernameya Masterê di Lêkolînên Şer û Milmilaniyan de wergirtiye. Çend mehan li parêzgeha Xinjiang (Sinkiang) a li Çînê di derbarê kêşeya Uygoran û hikûmeta Çînê de lêkolîn kiriye û masternameya xwe li ser siyaseta Çînê li hember Uygoran û hewlên Uygoran ji bo parastina resenatiya parêzgehê û kultura xwe, nivîsandiye.
Roj Zale li Zanîngeha Georg Mason berbijêrê dokotrayê ye û li ser rola Zayendê di şer de lêkolînê dike, wek di şoreşa Cezayîrê de, şerên Tamîlên Srî Lanka, Shining Path li Peru, şerê navxweyî li Bolîviya û milmilaniyên çekdarî yên Kurd. Di sala 2017an de xelata Shapiro bo lêkolînên akademîk ji vê zanîngehê wergirtiye.














