Wezîrê Derve yê Bengladeşê dibêje, milyonek û 200 hezar rohingayî çûne welatê wî û hewl didin bi rêya NY û welatên dî yên cihanê guşarê li ser desthilatdarên Myanmarê çêbikin ji bo ku wan werbigirin.
Roja înê 24.09.2022 Ebûlkelam Ebdilmûmin ê Wezîrê Derve yê Bengladeşê li New Yorkê bersiva çend pirsên Tora Medyayî ya Rûdawê da.
Wezîrê Derve yê Bengladeşê dilgiraniya xwe nîşan da ku piştî borîna 6 salan di ser reva rohingiyên Myanmar bo Bengladeşê û heya niha çend caran desthilatdarên wî welatî soz dane derfetê bo vegera wan kesn bo warê xwe berdest bikin, lê sozên xwe bi cih neanîne.
Wezîrê Derve yê Bengladeşê ji Rûdawê re got, hikûmeta welatê wan bi her hawî alî rohîngiyan dike û nûtirîn plana wan jî pêk tê ji avakirina xênî bo dor 100 hezar rohingayî li giraveke mezin da li wir niştecih bin.
Rohingayî pêkhateyeke etnîkî ne ku piraniya wan misilman in û li herêma Raxînê ya welayê Myanmarê dijîn. Li gor amarên fermî, dor milyonek û 400 hezar rohingayî li wî welatî dijîn, lê di heyama çend dehsaliyên çûyî de hertim rastî perçiqandinê hatine. Di sala 1982 de, hikûmeta Myanmarê welatîname ji wê pêkhateyê stand û niha jî liva wan berteng dike û herî kêm derfeta xwendin û kar ji wan re dabîn dike.
Aloziya dawîn ku li hember rohingayiyên Myanmarê hatibe kirin, sala 2017 bû ku di encama wê de 740 hezar kes li Bengladeşê qesidîn. Her wê demê Roj Zalla nola şandiyê Rûdawê çû Bengladeşê û ew rev û jiyana dijwar a xelkê reviyayî li Bengladeşê rûmal kir. Wezîrê Derve yê Bengladeşê ji Rûdawê re got, niha milyonek û 200 hezar rohingayî li welatî wî dijîn.
Deqê hevpeyvîna Roj Elî Zalla bi Wezîrê Derve yê Bengladeşê Ebûlkelam Ebdilmûmin re:
Rûdaw: Cenabê wezîr, mezintirîn armanca we ji gera îsal a Komeleya Giştî ya NY çi ye gelo?
Wezîrê Derve yê Bengladeşê: Tu dizanî, îsal bala me ya sereke ji hebûna aştiyê li tevaya dinyayê pêk tê. Em aştiyê divin û ev jî dibe peyamek ku em ê ji her aliyekê re bibêjin.
Rûdaw: Helwesta we derbarê şerê Rûsya û Ukraynayê çi ye?
Wezîrê Derve yê Bengladeşê: Baweriya me wisa ye çêdibe hemî kêşe bi rêya diyalog û gotûbêjê werin çarekirin û karekê bi vî celebî jî li berjewendiya mirovatiyê dibe, xasma kesên feqîr û zaro. Her demekî şer hebe, divê bi rêya gotûbêjê were çarekirin.
Rûdaw: Gelo pirsa rohingiyan beşek ji ajendaya karê we dibe?
Wezîrê Derve yê Bengladeşê: Erê, bê guman. Hejmareke sînordar a ajendaya me heye û yek ji wan pirsa rohingiyan e. Dor 1.2 milyon rohingayî hene ku bi awayekî demkî li Bengladeşê niştecih in û tev jî xelkê Myanmarê ne. Hikûmeta Myanmarê razî bû wan wergire û ewlehiyê ji wan re dabîn bike, lê va 6 sal çûn û tew 1 rohingayî nekariye vegere. Lewma em hewl didin daxwazê ji Myanmarê bikin (pabendî sozên xwe be), lê ew wî karî nakin, heke bê û guşar li ser wan neyê çêkirin. Lewma li vir careke dî em ê behsa vê mijarê bikin û bibêjin, divê NY karê zêdetir bike bo vegera birûmet a rohingayiyan bo welatê xwe. Ev ne cara ewil e rohingayî li Bengladeşê bihêwirin. Dor 135 pêkhateyên etnîk li wî welatî hene. Di salên 70, 80 û 90ên sedsala derbasbûyî de artêşa Myanmarê rohingayiyê herî dawîn qewitand. Di salên 70yan de 200 hezar ji wan hatin Bengladeşê, lê paşê bi rêya gotûbêjan hatin vegerandin. Eynî tişt di salên 90an de qewimî û ew vegerandin. Rohingayî bi salan di nêv hikûmeta Myanmarê de bûn, lê vêga rewş ne wisa ye û tew xelkên bê welat in. Lew rewş aloz û tije asteng e. Lê kêşe ji hêla desthilata Myanmarê ve hatiye çêkirin û her lewma çare jî li wir e.
Rûdaw: Gelo dê ti civîneke we ya duqolî li vir ligel rayedarên Myanmarê bibe? Ma dê ti civîneke we ya dî ya dualî bibe ku tê de qala çareya wê kêşê bê kirin?
Wezîrê Derve yê Bengladeşê: Me dualî hewla çarekirina kêşê da. Me sêqolî jî hewl daye; hewlên me yên dî jî hebûn ku tê de zêdetir ji 3 welatan beşdar bûn. Tew dostên me ev doz birine dadgeha bilind a tawanan. Lew em her hewlê didin bo alî mirovatiyê bikin da cih ji wan kesan re were dabînkirin ku ji warê xwe hatin cîhilkirin.
Rûdaw: Ez sala 2017 ji bo rûmalê li wir bûm. Min kamp û qebareya mezin a karesatê dît. Hingê rewş di aliyê mirovî de zaf wêran bû. Gelo niha rewşa xelkê çawa ye?
Wezîrê Derve yê Bengladeşê: Tu dizanî ku 1.2 milyon rohingayî li wir in û ew jî di sînorekî biçûk de ne. Agahdar in ku demsala baranbarîna bi xurtî li welatê me heye û ew dever jî gelek girikan li xwe vedihewîne. Deverên daristanî û jîngeha çêrandina fîlan li wê deverê hatine têkdan. Lew her cara baran dibare, metirsiya hatina xwarê ya berpal û bilindcî û herifîna zevîyê heye. Heke tiştê wisa jî biqewime, pêkan e gelek meriv bimirin. Ji bo ku em wê metirsiyê kêm bikin, plana me heye ku em dor 100 hezar kesî ji wan bibin giravekê ji giravên me yên mezin. Me dor 350 milyonî ji berîka xwe xerc kiriye û em ê wan li wir niştecih bikin, lê ew veguhastin ne bi zorê dibe. Heya vêga 33 hezar ji wan çûne wê giravê. Her wisa em bingeha hin çalakiyên aborî jî li wê giravê ji bo wan merivan berdest dikin.
Rûdaw: Vê dawiyê hindek bengladeşî-amerîkî li hindek gefan dilgiraniya xwe nîşan dan. Ka ji me re bibêje, gelo rewşa rojnamevanî û mafên meriv li welatê te çawa ye?
Wezîrê Derve yê Bengladeşê: Em di qada mafên meriv li cihanê pêşeng in, me xwîn rijandine. Ji 3 milyonan bêtir kes bûne cangorî bo serxistina demokrasî, dadî û mafên meriv li welatê me. Duhî xeberek weşîya; rastiya wê ew bû ku çend kes li Hindistanê hatin girtin, lê bi wî celebî hatin nîşandan ku li Bengladeşê hatine kuştin. Ev cure reklama nerast heye. Hin cih hene çavnebariya pêşketina welatê me dikin. Her lewra çîrokan çêdikin. Hevalê min, bila ez ji te re bibêjim. Berî çend salan komeke îslamî bi navê (Hefazet)ê xwest dest bi ser banka federal a welatê me de bigire, lê polîs bi rêya reşandina avê bi ser wan de ew dûr xistin. Kesên ku propogandayê dikin, gotin ku 2500 kes mirine û hindek wêne jî ligel axaftinên wan nîşan dan. Di wêneyan de xelk li ser kolanê dihat dîtin, lê paşê derket ku evna wêneyên tevkujiya Johnstown ên salên 70 yên sedsana çûyî bûn. Ma tu bawer dikî? Her lewma rewş zaf sosret e. Ez hêvîdar im rastgoyî bi ser keve û guşarên ser me nemînin.




