کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Aborî

AMED – Bi girtina 8 kargehan 2 hezar kes bê kar man

Maşallah Dekak

Maşallah Dekak

01-01-2020
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê

Rewaniya kurdiya wî û şehrezatiya wî di zimên de, kir ku Maşallah Dekak di tevlîbûnên zindî di bultenên nûçeyan de cihê pejirandina temaşevan û guhdaran be. Rewşenbîriyeke wî ya kûr heye û şehrezayê dîroka Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ye.
Ji sala 2009an ve, wek peyamnêrê rojnameya Rûdawê, çapa Kurdistan û Ewropayê, dest bi kar kir. Di salên 2012-2013an de, xula perwerdeya karê televizyonî li Rûdawê li ser destê Ewropiyan dît.
Bûyerên Bakurê Kurdistanê rûmal dike. Hilbijartin li Bakurê Kurdistanê rûmal kirine û dîbeytên taybet di vî warî de bi rêve birine. Li ser sînor, êrişa DAIŞê li ser Kobanê (Îlona 2014-Rêbendana 2017) rûmal kir.
Maşallah Dekak programeke heftane di radyoya Rûdawê de pêşkêş dike bi navê (Bi Dema Amedê) ku tê de li ser rojeva hefteyê mêvandariya siyasetvan û rewşenbîran dike.

Maşallah Dekak
Maşallah Dekak01-01-2020

Nûçeyên Têkildar

Bazara petrolê di bin zextê de ye
Aborî24-11-2026

Bazara petrolê di bin zextê de ye

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Hilberîna petrolê ya li Gabarê 84 hezar bermîl derbas kir
Aborî23-11-2026

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Hilberîna petrolê ya li Gabarê 84 hezar bermîl derbas kir

Firotina Black Fridayê ya îsal dê trilyonek dolar derbas bike
Aborî22-11-2026

Firotina Black Fridayê ya îsal dê trilyonek dolar derbas bike

Amed (Rûdaw) - Li taxeke Amedê 8 kargehan tuxlayê ango blokan ji ber qeyrana aboriyê hatin girtin. Ji ber ku li Amedê lêkirina xaniyan ji sedî 90 rawestiyaye, bazara tuxlayê nemaye. Ji ber vê yekê xwediyên kargehan tuxlayan neçar man karxaneyên xwe bigirin.

Bi girtina kargehan re nêzî 2 hezar karker bêkar man. Hesin û makîneyên van karxaneyan jî bi buhayekî erzan, bi kîloyan firotin xurdefiroşan.

Letîf Qehreman tam 30 sal bûn di kargeha tuxlayan ango blokan de kar dikir. Beriya heftiyekî kargeha lê dixebitî  ji ber qeyrana aboriyê hate girtin û ew bêkar ma. Ew niha sebra xwe bi kuçikên kargehê tîne ku bi gotina wî ew jî weke wî bê xwedî mane.

Karkerê kargeha tuxlayan Letîf Kahraman dibêje, “Em ê niha biçin ku derê? Ne avahîsazî heye ne karek, ne sîgorteyek heye. Em ê niha çi bikin? Em perîşan bûn.”

Li Amedê bi tevahî 11 kargehên tuxlayê hebûn û hemû jî li bajaroka Kebê ne ku niha bûye taxeke Sûra Amedê. Ji van kargehan 8 heb di nava salekî de ji ber qeyrana aboriyê hatine girtin. Erdal Bayram yek ji wan karsazan e ku kargeha xwe girtiye. Niha bi kezebşewatî li barkirina hesinên kargeha temaşe dike ku bi kîloyan firotine xurdefiroşan.

Xwediyê Kargeha Tuxlayê ya girtî, Erdal Bayram, diyar dike, “Piştî pêvajoya aştiyê xira bû sektora lêkirina avahiyan bi temamî rawestiya. Berê li Amedê 300 avahî bi hev re dihatin rakirin lê ji van tenê 10 blok rabûn. Ev çi nîşan dide? Ev jî nîşan dide ku temamê kar bi wan re hate sekinandin. Karsazên kargehan jî biryar da ku kargehên xwe bi temamî bigrin.”

Bi girtina kargehên tuxlayê re li Kebê nêzî 2 hezar karker bêkar mane. Ji ber vê yekê gelek karkerên bêkar niha dema xwe li çayxaneyan derbas dikin. Karê wan ji ber bêkariyê bûye lîstikên qehwexaneyan.

Mihemed Sidik ku niha bê kar maye, “Kar tune ye. kargeh berê hebû, niha ew jî hate girtin. Em jî neçar dimînin bên qehwexaneyan.”

Burhan Donmez ku ew jî niha bê kar e diyar dike, “Kargeh hatin girtin. Kar tune ye. Zivistanê çi bikim, têm qehwê.

Karkerekî din ê bê kar mayî, Veysel Oner jî dibêje, “Vaye 32 sal in ez li kargehê xebitîm. Kes xwedî li me jî dernakeve. Qediya çû.”

Mursel Oner ê bê kar jî dibêje, “Karxane hate girtin, piraniya ciwanên me bêkar man.”

Kebê ku berê gundek bû tenê 3 kîlometreyan dûrî Amedê ye. Beriya 40 salan bi avabûna kargehan tuxlayê re ji Mêrdînê heta Bedlîs û Mûşê, ji gelek bajarên Bakurê Kurdistanê malbatên karkeran koçberî vê derê bibûn û evder bû taxeke mezin.

Pirsên