Hewlêr (Rûdaw) - Tê pêşbînîkirin ku 30ê vê mehê, duşema bê ya ku wekî "Cyber Monday" (Duşema Elektronîk) tê naskirin, firotina online bigihîje 15,1 milyar dolarî.
Lê li pişt vê pêşbîniyê pirseke girîng derdikeve holê: Bikarhênerê Amerîkayî di rastiyê de şiyana wî ya xerckirina çi qas pere ye?
Di demekê de ku em nêzîkî bûyera herî mezin a bazarê ya salê dibin, aboriya Amerîkayê di rewşeke hestiyar de ye.
Ji Cejna Spasdariyê ya 26ê vê mehê ve heta Cyber Mondayê ya 30ê mehê, firoşkar ji bo kişandina bi milyonan kiryaran pêşbaziyê dikin.
Hilberîner jî ji nêzîk ve li nîşaneyekê digerin ku biselmîne xerciyên bikarhêneran li ber enflasyonê, bilindbûna lêçûna enerjiyê û nearamiya bazara darayî li ber xwe didin.
Yekîtiya Niştimanî ya Hûrdefiroşiyê ya Amerîkayê (NRF) pêşbînî dike ku 182,7 milyon Amerîkî di nava wan pênc rojan de kirînê bikin ku ji hejmara par a 186,9 milyonan hinekî kêmtir e.
Tevî vê yekê jî tê pêşbînîkirin ku demsala berfirehtir a bêhnvedanan cara yekem ji trilyonek dolarî zêdetir firotina hûrde tomar bike.
Yekîtî pêşbînî dike ku qebareya firotina mehên Çiriya Paşîn û Kanûna Pêşîn bigihîje 1,013 trilyon dolarî ku li gorî sala 2025an ji sedî 4,2 zêdetir e.
Saziya Oxford Economicsê jî dibêje piştî rakirina bandora enflasyonê, dê zêdebûn nêzîkî ji sedî 2,2 be ku ev jî pîvaneke din e ji bo bipêşketina rastîn a wan kel û pelên ku tên kirîn.
Tê pêşbînîkirin ku kirîn û firotina online bibe motora sereke.
Saziya Adobe Analyticsê pêşbînî dike ku di nava "Hefteya Elektronîk" de firotina online ya Amerîkayê bigihîje 47,5 milyar dolaran ku li gorî heman dema sala borî ji sedî 7,4 zêdetir e.
Tenê di Black Fridayê (Îniya Reş) de, tê pêşbînîkirin ku 12,9 milyar dolar firotin bê tomarkirin ku ev bilindbûneke bi rêjeya ji sedî 9,2yan e.
Her wiha tê pêşbînîkirin ku firotina Cyber Mondayê bi rêjeya ji sedî 6,2 zêde bibe û bigihîje 15,1 milyar dolaran.
Firotina online ya Roja Spasdariyê (pêncşemê) jî tê pêşbînîkirin ku bigihîje 6,9 milyar dolaran ku zêdebûneke ji sedî 8,5 e.
Di heman demê de, tê pêşbînîkirin ku ji sedî 63yê kirînên online bi rêya telefonên mobîl bên kirin ku ev hejmareke pîvaneyî ya nû ye.
Bikarhêner bi baldarî pereyan xerc dikin
Ev amar îşaretê bi bikarhênerekî dikin ku hîn pereyan xerc dike lê bi awayekî stratejîktir bazariyê dike.
Yekîtiyê dîtiye ku ji sedî 60ê kiryarên demsala bêhnvedanan pêşwext ji destpêka meha Çiriya Paşîn ve dest bi kirînê kiriye lê ji sedî 82yê wan hewl didin xerciyên xwe kontrol bikin.
Li gorî rapirsiyan, ji sedî 25ê kiryaran plan daniye ku diyariyên erzantir bikirin, ji sedî 24 xerciyên xwe li cihên din kêm dikin û ji sedî 20 jî li benda dawiya hefteya Cejna Spasdariyê ne ji bo ku piraniya kirînên xwe bikin.
Her wiha ji her 10 kiryaran nêzîkî 6 kes bi niyet in hişê çêkirî ji bo berawirdkirina bihayan, dîtina diyariyan yan jî rêkxistina budceyên xwe bi kar bînin.
Dibe ku di vê yekê de nîşaneyeke nakok hebe: Ji aliyekî ve bikarhênerê Amerîkayî di xerckirinê de xweragir û berdewam e lê ji aliyê din ve bi baldarî xerc dike.
Şirketa EY-Parthenonê texmîn dike ku ji sedî 62yê bikarhêneran bi niyet in bi qasî par yan jî zêdetir pereyan ji bo diyariyan xerc bikin, tevî vê yekê jî ji sedî 42yê wan dibêjin ew ji wê yekê dilgirantir in ka gelo şiyana wan a darayî dê têrê bike yan na.
Nêzîkî nîvê wan xerciyên xwaringeh û demborandinê kêm dikin û sêyeka wan jî xerciyên amûrên elektronîk û geştan dibirin.
Hinek malbat bi rêya kêmkirina xerciyên din yan jî bi rêya deynkirinê hewl didin ji bo kirînên demsala bêhnvedanê ya îsal pereyan bihêlin.
Şirket pêşbînî dike ku ji sedî 14ê bikarhêneran deynên xwe yên ji bo kirînên îsal veguhezînin sala 2027an.
Hevsengiya dijwar a di navbera dahat û qezencê de
Ji bo hûrdefiroşan, ev yek di navbera dahat û qezencê de hevsengiyeke giran çêdike.
Tê pêşbînîkirin ku di amûrên elektronîk û lîstikan de nêzîkî ji sedî 30 daxistin hebe, di demekê de ku dibe cil û berg û komputer nêzîkî ji sedî 23 daxistinê bibînin.
Firoşkar hewl didin bala kiryaran bikişînin û dibe ku qebareya firotina xwe zêdetir bikin lê îhtimal heye ku bi kêmbûna qezencên xwe re jî rû bi rû bibin, bi taybetî eger bi bilindbûna lêçûnên kirîn, veguhastin û hêza kar re rû bi rû bibin.
Serkeftî ne şert e ew alî bin ku zêdebûna herî mezin a firotinê radigihînin, belkî ew kes in ku xwestekê bêyî daxistina zêde ya ji rêzê vediguherînin qezencê.
Şirketên Amerîkayî demsala firotinê ji nêzîk ve dişopînin
Her wiha demsala firotinê ya îsal ji aliyê şirketên Amerîkayî ve bi girîngiyeke mezin tê şopandin.
Endeksa Standard & Poor'sê (S&P 500) bi rêjeya ji sedî 8 ji rekora 6ê vê mehê kêmtir e.
Ev yek di demekê de ye ku bihayê pişkên teknolojiyê ji ber dilgiraniyên li ser rewşa deynên wê sektorê û îhtimala bilindkirina zêdetir a rêjeya faîza bankî nêzîkî ji sedî 19 daketine.
Demsaleke bihêz a bazarê dikare piştrastiyê bide veberhêneran ku aboriya Amerîkayê li derveyî sektora teknolojiyê xwedî motoreke din a bipêşketinê ye.
Lê lawaziya xwestekê yan jî zêdebûna firotinê ya ku tenê ji ber daxistinê be, dikare dilgiraniyên li ser dahata şirketan kûrtir bike.



