Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrola brent îro 66 sentan bilind bû û bermîlek bi 104 dolar û 63 sentan hat firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî 46 sentan bilind bû û bi 93 dolar û 62 sentan hat firotin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandiye ku ew bi Îranê re nêzîkî peymanekê ye lê kêmbûna petrolê ya li bazarê û berdewamiya şer bihayên petrolê di astên bilind de hiştine.
Pisporên Borsaya Londonê di vê derbarê de dibêjin:
"Îdareya Amerîkayê û Trump qala bidawîanîna şer dikin lê hîn aliyekî dîplomatîk ê zelal ji bo agirbestê nayê dîtin, vê jî daxwaza ji bo petrola xav di asteke bilind de hiştiye."
Serokê Amerîkayê Donald Trump doh ragihand ku we dê di nav dido yan sisê hefteyan de dawî li şerê Îranê bîne û dan û standinên bi Îranê re baş diçin.
Lê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî diyar kiriye ku ya heyî ne dan û standin in, tenê şandina peyaman e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse