Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî ragihand ku şerê li hemberî Îranê zerereke giran gihandiye welatên Ereban û zerer nêzîkî 200 milyar dolarî bûye.
Ji ber şer, plan û pêşbîniyên aborî yên gelek welatan têk çûn.
Li gorî amarên Bernamenya Bipêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP), 4 milyon kes li welatên Ereban bêkar mane.
"Şokeke rastîn e"
Birêvebirê Herêmî yê UNDPyê yê Welatên Ereban Ebdulah Derdarî diyar kir ku welatên endamên Komkara Ereban, ji ber şer geşeya aborî ya salekê ji dest daye û got:
"Herêm bi zerereke zêdetirî 190 milyar dolaran re rû bi rû ye û dibe ku ev hejmar bigihe 200 milyar dolaran. Ev ji bo me şokeke rastîn e."
Li gorî rapora UNDPyê, asta pêşketina mirovî bi rêjeya ji sedî 0,2 heta ji sedî 0,4 daketiye.
Her wiha, Komberhema Navxweyî ya Safî (GDP) ya welatên Rojhilata Navîn bi rêjeya ji sedî 3,7 heta ji sedî 6 kêm bûye.
"Li herêma Kendavê zerer digihe 168 milyar dolaran"
Ebdulah Derdarî da zanîn ku barê herî giran ê zereran ketiye ser milê welatên Kendavê û got:
"Li herêma Kendavê, dibe ku zerer bigihe 168 milyar dolaran.
Li navçeya Şamê jî ev hejmar nêzîkî 30 milyar dolaran e.
Lê li Bakurê Afrîkayê rewş baştir e, ji ber ku Cezayir û Lîbya ji bilindbûna nirxê gaz û neftê sûdê werdigirin, lewra ew rasterast û bêyî ku di Tengava Hurmizê re derbas bibin, berhemên xwe hinardeyî Ewropayê dikin."
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji ber şerê li hemberî Îranê, nêzîkî 4 milyon kes ketine bin xeta hejariyê û tê çaverêkirin ku rêjeya bêkariyê jî ji sedî 4 zêde bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse