Amed (Rûdaw) - Li bajarê Amedê projeyeke mezin a aboriyê hatiye amadekirin ku dê nêzî 10 hezar kes bikaribin bibin xwedî kar.
Li gorî projeyê dê li Amedê bajarê tekstîlê bê avakirin û 70 fabrîqeyên tekstîlê bêne çêkirin. Bi milyonan dolar pere dê bikeve bazara Amedê û aboriya bajêr zindî bike.
Li Amedê ji bo karsazên hilberîna tekstîlê projeyeke mezin hatiye amadekirin û ev proje ger biçe serî dê Amed bibe navenda tekstîlê.
Proje dê di 2017an de bi temamî biqede û bi dehan fabrîqe dê li Amedê bêne avakirin. Ji ta heta qûmaş, ji dirûtinê heta ambalaja cil û bergan her tişt dê êdî li Amedê bê çêkirin.
Hem hikûmet, hem şaredarî û hem jî odeya bazirganiyê piştgiriyeke mezin didin vê projeyê.
Serokê Karsazên Odeya Tekstîlê ya Amedê Îhsan Ogurlu ji Rûdawê re wiha got: “Waliyê me pir li ser sekinî. Odeya bazirganiyê, şaredarên me li ser sekinîn. Herkes li ser sekinî. Ev ji bo bajarê Amedê projeyeke mezin e û projeyeke hêja ye.”
Li gorî projeyê dê bi qasî 70 fabrîqe li bajarê tekstîlê bêne avakirin û bi vê yekê re dê nêzî 10 hezar kes bibin xwedî kar. Piştî vê projeyê dê Amed di heman demê de bibe cihê îxracatê jî.
Karsazê Tekstîlê Ehmed Alkan jî got: “Li ser hezar û 600 donum erdî tê avakirin. Dê 70 fabrîqe vebin û ji bo 4 welatan îxracat bê kirin. Teqrîben dê 10 hezar kes di tekstîlê de kar bikin.”
Herî zêde karkerên jin ji vê projeyê kêfxweş in. Lewre ew dibêjin karê tekstîlê zêdetir karê jinan e û piraniya karkeran jî dê ji jinan pêk bê.
Projeya Bajarê Tekstîlê ji aliyê Odeya Tekstîlê ya Amedê ve hatiye amadekirin û cih jî hatiye veqetandin. Niha hemû karsaz li bendê ne burokrasiya dewletê bi dawî bibe û ew dest bi avakirina fabrîqeyên xwe bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse