Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro bi vebûna bazarên Asyayê re dest bi bilindbûnê kir.
Destpêkê 120 dolar zêde bû lê pişt re hinekî daket.
Piştî çend demjimêran di dan û standinan de bihayê onsa zêr derket 5 hezar û 393 dolaran.
Şerê Îranê bandorê lê dike
Bihabûna zêr piştî êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê tê.
Veberhêner û bazirgan ji bo ku xwe ji nezelaliya bazarê biparêzin zêr wekî "stargeheke ewle" dibînin û dikirin.
Piştî ku Rêberê Îranê Elî Xameneyî hat kuştin bi rojekê, Îsraîlê roja yekşemê pêleke din a êrişan bir ser baregehên leşkerî yên Îranê.
Îranê jî paytextên welatên herêmê kirin armanc.
"Şer dê dirêj biajo"
Analîstê şîrketa şêwirmendiyê ya Capital.comê Kyle Rodda li ser mijarê axivî.
Kyle Rodda diyar kir, berevajî şerên berê îhtimal heye ku ev şer dirêj biajo û ji çend rojan zêdetir dewam bike.
Rodda difikire ku berfirehbûna şer aboriya cîhanê û bi taybetî ya Rojhilata Navîn dike armanc.
Li gorî wî analîstî, zêdebûn û tundbûna êrişan bi kêrî bihayê zêr tê.
Pêşbîniya 6 hezar dolaran
Hefteya borî Banka JP Morgan û Banka Amerîkayê (Bank of America) daxuyaniyek dabû.
Wan bankan gotibû, "Dibe ku onsa zêr heta 6 hezar dolaran jî bilind bibe."
Li gorî wan her du saziyên mezin, dibe ku dawiya vê salê onsa zêr bigihe 6 hezar û 300 dolarî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse