Bermîla petrola brent bi 107 dolaran e

2 demjimêr berê
Nîşan Petrol Donald Trump Şerê Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayên petrolê îro zêdetirî 5 dolaran bilind bûn.

Donald Trump di axaftina xwe ya "Banga li Neteweyê" ya li Koşka Spî de gef li Îranê xwarin û got:

"Em dê di nav 2-3 hefteyên pêşiya me de derbeke pir tund li wan bixin û em dê wan vegerînin cihê ku lê ne, yanî Serdema Kevirîn."

Van peyamên Trump ên ku tên wateya berdewamkirina şer yekser bandor li bazaran kir.

Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur 6 dolar û 33 sentan bilind bû û bermîleke wê bi 107 dolar û 49 sentan hat firotin.

Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî 5 dolar û 28 sentan bilind bû û bermîleke wê gihîşt 105 dolar û 40 sentî.

Dihat payîn ku Trump ji ber zextên navxweyî bidawîhatina şer ragihîne lê Trump berevajî vê peyamên tund dan.

Pêşbîniyên li ser bazara petrolê

Şîrovekarên bazara petrolê di wê baweriyê de ne ku rojên pêşiya me egera bilindbûna zêdetir a bihayên petrolê heye.

Li gorî wan şîrovekaran, heke ji bo vebûna Tengava Hurmizê ti hêvî çênebin dê petrol bihatir bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst