Daketina buhayê tumen kompaniyên Îranî radikşîne Kurdistanê

02-10-2018
RÛDAW
Nîşan Îran Amerîka Dorpêç Kompanî Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kompaniyên Îranî ku li Herêma Kurdistanê kar dikin, ji niha ve xwe ji bo qonaxa duyem a dorpêçên Amerîkayê yên ser Îranê amade kirine. Kompaniyên Îranî ditirsin pereyên wan werin blokkirin, ji ber vê yekê gelek kêm pere li bankayên Kurdistanê dihêlin.

 

Piştî vekişîna ji rêkeftina atomî ya Îranê ku bi rêkeftina 5+1 tê nasîn, Amerîka hemû hewlên xwe dide, daku Îranê zêdetir têkeve tengasiyê, ev jî bi rêya dorpêça aborî ku qonaxa yekem di 6ê Tebaxa îsal de dest pê kiribû û dorpêç xiste ser sektora otomobîl û zêr û madenên din. Qonaxa duyem jî, ku biryar e di 15/11/2018an de dest pê bike, Amerîka dê dorpêç bixe ser sektora petrol û Banka Navendî ya Îranê.

 

Bandora qonaxa yekem a dorpêçên ser Îranê gelek zû xwe nîşan da, dirava Îranî buhayê xwe bi rêjeyeke berçav ji dest da, bi awayekî ku dawiya hefteya derbasbûyî buhayê yek dolarê Amerîkî, nêzîkî 20 hezar tumenê Îranî bû.

 

Rêveberê Kompaniya Aryanupoya ya Karûbarên Bînasaziyê Îbrahîm Mehmûd Cemalî dibêje: “Her çiqas hêj Iraq û Herêma Kurdistanê pabendî dorpêçên Amerîkayê yên ser Îranê nebûne jî, bandora dorpêçan ji niha ve li ser karên me heye, xelk weke berê kar nadin me.”

 

Îbrahîm Mehmûd Cemalî ji wê yekê nîgeran e ku Iraq pabendî biryarên Amerîkayê yên li dijî Îranê bibe. Cemalî dibêje: “Eger Iraq bi gotina Amerîkayê bike, dê li vir pirsgirêka me ya bankayê derkeve holê.”

 

Cemalî û hevkarên wî hesabê wê roja ku Iraq û Herêma Kurdistanê pabendî dorpêçan bibe kirine, ew dibêje: “Beşek ji wan kompaniyên ku şaxa wan li Herêma Kurdistanê hene, pereyên xwe naşînin Îranê. Herwiha ji ber tirsa blokkirina hesabên bankayê, weke berê pere li bankayên Herêma Kurdistanê danaynin.”

 

Kompaniya Îbrahîm Cemalî, avahî û depoyên sareker ên dermanan çêdikin. Cemalî dibêje: “Ji ber daketina buhayê tumen û rewşa ku li bazarên Îranê çêbûye, beşeke mezin ji kompaniyên Îranê hewl didin li derveyî Îranê kar bibînin, lê belê zêdetir berê xwe didin Qazakistan, Gurcistan û welatên din, gelek kêm berê xwe didin Herêma Kurdistanê, ji ber ku rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê ne baş e û kar nakeve destê wan.”

 

Li gor amarên Rêveberiya Giştî ya Tomara Kompaniyan, 3 hezar û 213 kompanî û şaxên kompaniyên biyanî li Herêma Kurdistanê hene, ji wê hejmarê jî 361 kompanî, yên Îranî ne.

 

Li gor datayên rêveberiyê, heta sala 2009an tenê 129 kompaniyên Îranî li Herêma Kurdistanê hebûn, lê belê di 8 salên borî de 230 kompaniyên din li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin, îsal jî du kompaniyên din hatine tomarkirin.

 

Rêveberê Giştî yê Tomara Kompaniyan ê bi Wekalet yê li Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Herêma Kurdistanê Şêx Aras Reûf dibêje: “Piştî daketina nirxê tumen, hejmareke mezin a karker, pîşezan, kargeh û kompaniyên Îranê berê xwe dane Herêma Kurdistanê, heta wan kompaniyên ku ji Kurdistanê derketibûn jî vegeriyan.”

 

Li gor nêrîna Şêx Aras, dorpêçên li ser Îranê bandor li ser peywendiyên bazirganî yên Herêma Kurdistanê û Îranê bike û dibêje: “Amerîka dixwaze Iraq di warên petrol, maden û berhemên petrolê de bi Îranê re danûstandin neke. Lê belê ji ber ku danûstandina me ya bi Îranê re zêdetir di warê xurekê de ye, li gor biryarên Neteweyên Yekbûyî nabe rêgirî li danûstanina xurekan were kirin, lewma eger Iraq pabendî biryara Amerîkayê jî bibe, danûstandina me ya bi Îranê re dê her hebe.”

 

Ji ber qeyrana darayî û şerê DAIŞê, hejmarek kompaniyên Îranî ji Kurdistanê derketibûn, lê belê Şêx Aras diyar dike ku ew kompanî hêdî hêdî vedigerin Kurdistanê, heta nihek bernameyên wan hene ku kargehên xwe yên mezin ên di warê bînasazî û xurekê de bînin Kurdistanê.

 

Berî niha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîneke çapemeniyê de diyar kiribû: “Herêma Kurdistanê ji bo pabendbûna dorpêçên Amerîkayê yên li ser Îranê, di çarçoveya biryarên hikûmeta Iraqê de pêngavan diavêje û pabendî biryarên Iraqê dibe.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst