Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyekî ji Kobaniyê dibêje ku bajar ji her alî ve hatiye dorpêçkirin û kareba, av, sotemenî û nan nemaye.
Ew daxwaz dike ku korîdoreke mirovî were vekirin û alîkarî bigihêje bajêr.
Li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê 9 roj in kareba hatiye birîn û ji ber vê yekê av jî nemaye, her wiha rêyên bajêr jî hatine girtin.
Welatiyê bi navê Gandî Dawûdê ji Kobaniyê îro beşdarî bultena saet 09:00an a Tora Medyayî ya Rûdawê bû û behsa rewşa xelkê wî bajarî kir.
Gandî Dawûd daxwaz kir ku "bêyî derengxistin korîdoreke mirovî were vekirin."
"Nan û av nemaye"
Gandî Dawûd ji Kobaniyê ji Rûdawê re got:
"Berf dibare û hewa sar e, derman li nexweşxaneyan nemane û sotemenî tune.
Gelek kesên ku ji gundên Kobaniyê koçber bûne di nav otomobîlên xwe de mane; ne kareba heye ne jî av û nan jî nemaye."
Wî welatiyî wiha daxwaz kir, "Em dixwazin tiştek ji bo vî xelkî were kirin, di vê rewşa sar de gaz jî tune ku em xwe pê germ bikin."
Li Kobaniyê her wiha înternet jî qut bûye.
"Li malekê 10 malbat dimînin"
Gandî Dawûd diyar kir ku li Kobaniyê mal hene 10 malbat tê de dimînin û beşek koçber jî li dibistanan bi cih bûne.
Gandî ragihand, "Dorpêça giran a li ser Kobaniyê didome, firin ji ber nebûna sotemeniyê nikarin kar bikin û nan derxin."
"Kobaniyê bi bêdengî tê qirkirin"
Wî welatiyî xwest ku bi lez alîkariya mirovî bigihêje Kobaniyê û got:
"Heta îro ti alîkarî negihiştiye, eger ev rewş wiha berdewam bike, Kobanî bi bêdengî tê qirkirin."
Ji ber êrişa Artêşa Sûriyeyê ya li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser û beşeke Rojavayê Kurdistanê, bi hezaran welatî koçber bûn û hemû rêyên ku Kobaniyê bi bajarên din ve girê didin hatin girtin.
Kampanyaya Rûdawê û alîkariya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî
Tora Medyayî ya Rûdawê şeva borî kampanyayeke komkirina alîkariyan ji bo Rojavayê Kurdistanê ragihand ku dê 3 rojan berdewam bike.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî (BCF) Mûsa Ehmed îro ji Rûdawê re got:
"100 hezar lître nefta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Rojavayê Kurdistanê di rê de ye.
Me doh li Qamişloyê alîkarî belav kir û em hewl didin alîkariyê bigihînin Kobaniyê jî."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse