Hewlêr (Rûdaw) – Li Başûrê Kurdistanê ji ber vegera beşek awareyên Ereb ên ji başûr û navîna Iraqê bo cih û warên xwe, buhayê kirêya xaniyên Kurdistanê ji sedî 50 daket.
Xwediyê ofîsa Sîrwan a ji bo kirîn û firotin û kirêdana xaniyan Burhan Mela Sidîq ji Rûdawê re ragihand: “Ji ber vegera beşek ji awareyên Ereb, kirêya xanî li piraniya taxên Hewlêrê, li gor du salên berê, nêzîkî %50 daketiye û xaniyê ji bo kirê jî gelek bûne.”
Burhan Mela Sidîq diyar dike, ku weke mînak xaniyekî 100 û 125 metre çargoşe yê bi du qatî, berê kirêya wî ya mehane navbera 400 û 500 dolar bû, niha ji ber vegera koçberan, kirêya wî bûye 240 – 280 dolar.
Sidîq aşkere dike, ku daketina buhayê kirê û zêdebûna xaniyên vala ji bo kirê, piştî wê yekê hate ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî hişyarî daye koçberan ku eger venegerin warê xwe, dê mûçeyên wan bibirin.
Burhan Mela Sidîq destnîşan kir: “Şiyana xelkê ya darayî lawaz bûye, ji ber vê xaniyên xwe vala dikin û diçin xaniyekî erzantir. Liv û tevgera ku niha heye, guhertina xaniyên kirê ye û kirêçî xaniyên erzantir digerin.”
Cihê ku ofîsa Burhan Mela Sidîq lê ye, 54 ofîs têde hene, lê Sidîq aşkere dike, ku ji ber bêbazarî, tenê 10 ofîs her roj deriyên ofîsên xwe vedikin û dibêje: “Zêdetirî du meh e, kilîtên 20 xaniyan li cem min hene. Kes tine ye bi nîvê kirêya berê jî têkeve wan xaniyan. Berê xelk ji bo ku xaniyekî bi dest bixe kesekî navbeynkar dianî.”
Beriya niha ji ber koçberan, buhayê kirêya xaniyan, her diçû zêde dibû, lê niha li Hewlêrê kirêya wan dadikeve.
Xwediyê ofîsa kirîn û firotina xanî û milkan Sebah Welî diyar kir: “Berê hin roj hebûn 20 kes ji bo kirê telefon dikir, ji bilî kesên ku dihatin ofîsê, lê niha zêdetirî du meh in 15 xanî li cem min hene, kirêya wan jî erzan e, lê kes naxwaze.”
Ji bilî xaniyên kirê, dikan û avahî û pêşangeh jî ji bo kirê zêde bûne û kirêya wan jî bi rêjeyeke berçav daketiye, lê kes naxwaze kirê bike.
Rêveberê Giştî yê Şîrketa Hacî Selam, Hacî Selam Feqê Kerîm ku li Hewlêrê 18 ofîsên wê yên kirîn û firotina xaniyan hene ragihand: “Heta navîna vê meha Cotmehê, bazara kirîn û firotina xanî û avahiyan gelek hêsan bûn, lê piştî êrişa Heşda Şeibî bi ser Kerkûkê de, bazara kirîn û firotina xanî û dikanan bi temamî rawestiyaye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse