Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê bilindbûna bihayê xaniyan û kirê bargiraniyeke mezin ji bo malnişîn û yên mûçeyê herî kêm dijîn çêkiriye.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, piştî ku sînorê ji sedî 25 ê bihakirina kirêya xanî û avahiyan nema, êdî bihabûna kirêya xanî û avahiyan li gorî rêjeya enflasyonê tê destnîşankirin.
"Xelk nikare kirêya xaniyan bide"
Şêwirmendê malûmilkan Hasan Çîftçî got, "Li gel krîza aborî, biha hinekî zêde ne. Sedema zêdebûna wan jî ew e ku mesrefa tiştan gelekî zêde ye.
Lewra xelk bi zêdekirina bihayê malûmilkan dixwazin dahatê bi dest bixin. Xelk nikare kirêya xaniyan bide."
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mûçeyê herî kêm ê sala 2025an 22 hezar û 104 lîre ye ku dike 623 dolar.
Mûçeyê herî kêm ê malnişînan jî 14 hezar û 469 lîre ye ku dike 408 dolar.
"Mirov çawa dikare bi mûçeyê herî kêm bijî?"
Niştecihê Rihayê Mustafa Demîr wiha anî ziman, "Ev karê dewletê ye, dewletê wiha kiriye û bi vî awayî zehmet e.
Kesekî ku bi mûçeyê herî kêm kar dike nikare 10 hezar lîreyan jî bide kirêya xanî.
Îro li pêdiviyên bingehîn ên wekî elektrîk, av û gaza xwezayî mehane 5 hezar lîre diçin.
10 hezar lîre jî bide kirê, 5 hezar dimîne. Bi wî pereyî çawa bijî."
Xelkê Rihayê dibêje, ji ber bazara azad nikarin kontrola bihayê kirêya xaniyan bikin.
"Nabe xwediyê milk bi kêfa xwe biha zêde bike"
Niştecihekî ji Rihayê jî wiha axivî, "Li bajarê me Sûriyeyiyan hêdî hêdî dest bi vegerê kiriye.
Em hêvî dikin ku kirê dakeve. Divê sînorekî diyarkirî bo zêdekirina kirê hebe. Nabe ku bazara azad hebe.
Nabe xwediyê milk bi kêfa xwe biha zêde bike. Girêbestê dikin lê kar pê nayê kirin.”
Li gorî daneyên Saziya Amaran a Tirkiyeyê, di Kanûna Pêşîn a 2024an de enflasyona salane bû ji sedî 44,38, hikûmet pêşbînî dike ku heta dawiya îsal enflasyon dakeve ji sedî 27,1ê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse